25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qanûna înfazê hat guhertin

Qanûna Derbarê Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlehiyê de li Lijneya Giştî ya Meclisê de bi dengên AKP-MHP’ê hat pejirandin.  Heke qanûn ji aliyê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan were erêkirin dê bi awayek fermî were weşandin.

Li gor qanûnê lijneyên şopandinê dê bikaribin girtiyan di neqilkirinê de, dema li edliyeyê tên sekinandin û li nexweşxaneyan tên tedavîkirin wan bişopînin.

Dê girtî li gor derfetên girtîgehan bikaribin li ser e-postayê nameyan bişînin. Di heman qanûnê de tê diyarkirin ku kesên ji sûcên “avakirin, rêvebirin, endamtiya rêxistinê û di çarçoveya xebatên rêxistinê de sûcên hatine kirin” de girtî bin dê girtîgeh bikaribe bi awayeke dîjîtal qeydên name, faks û telgrafên wan bike. Her wiha hevdîtinên bi malbatan re û axaftinên telefonan jî dê dikaribin werin guhdarkirin û qeydkirin.

Dema hevdîtina girtiyan a bi malbatan re jî hat guhertin û ji seateke derxistin kirin seateke û nîv.