spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qaqlîbaza li fezayê; Valentîna Tereşkova

Meraqa keşifkirina fezayê wek dîroka mirovahiyê xwedî dîrokeke kevn e. Ji ber vê meraqê gelek tişt hatin kirin. Yek ji van kirinan jî çûyîna fezayê û lêkolînan e. Dîroka ku ji aliyê mêran ve hatiye nivîsandin, vê meraqa keşifkirina fezayê jî wekî tenê meraqa mêran nîşan da. Lê jinan jî bi qasî mêran feza meraq dikir û dixwestin biçin fezayê û bi çavên xwe bêhempabûna fezayê bibînin. Yek ji van jinan ku feza meraq dikir jî jina bi navê Valentîna Tereşkova ye. Tereşkova di dîrokê de yekemîn jina astronot e.

Valentîna Tereşkova di 6’ê adara 1937’an de li gundê bi navê Masslenîkovo yê girêdayî Sovyeta Rûsyayê tê dinê. Maslennîkovo gundekî biçûk e. Dayika Valentinayê di febrîqeya tekstîlê de dixebitî û bavê wê jî di sektora cotkariyê de traktor bi kar dianî. Lê Valentîna hê du salî bûye, bavê wê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dimire. Ji ber ku hem rewşa aborî ya malbatî hem jî rewşa kesên li vî bajarî bi giştî nebaş bûye. Ew jî piştî dibistinê xelas dike di febrîqeyeke lastîkan de dest bi kar dike.

Kulûba pereşûtê

Tereşkova piştî karê febrîqeyê, dest bi beşa endezyariyê dike. Lê di vê navberê de wekî hobiyekê pereşûtê diceribîne. Her diçe di karê pereşûtê de jî bi ser dikeve. Ev yek jî pêşiya bikaranîna balafiran ango pêşiya çûyîna fezayê jê re vedike. Valentîna di 22 saliya xwe de bi awayekî amatorî êdî dest bi pereşûtbaziyê dike. Ev meraqa wê dike ku di tekstîla dixebite de bi navê ‘Kulûba Pereşûtê ya Xebatkarên Fabrîqeya Tekstîlê’ vebike û dibe seroka vê kulûbê. Êdî asîman û feza dibin meraqên wê yên herî sereke.

Valantîna Tereşkova di sala 1961’î de pêşî di nav partiya komunîst de dibe sekretera Partiya Komunîst a Şaxa Ciwanan (Komsomol) û piştre jî tev li Yekitiya Sovyetê dibe. Dema em li salên ku Valantîna xwe di pereşûtbaziyê de bi pêş dixe mêze dikin, dibînin ku ev hesta wê ne tenê ji meraqekê ye. Ev hest di heman demê de ji welatparêziyê tê. Piştî şoreşa cotmehê, Amerîkayê bi awayekî îdeolojîk êrîşî Rûsyayê dikir. Lê ji sala 1960’î şûn de Amerîkayê her çû şerê li hember Sovyetê zivirand şerê teknîk û zanistê. Ji ber vê sedemê li Sovyetê hem mêr hem jî jin dikevin nav lêgerînan ku xwe di warê zanistî de bi pêş bixin.

Di sala 1961’î de cara yekem mirovê bi navê Yurî Gagarîn diçe fezayê. Piştî wî êdî endezyarê roketê yê Programa Sovyetê ya Fezayê Sergey Korolyov pêşniyariya ku jinek jî biçe fezayê, dike. Li ser vê yekê gelek jinên pereşûtbaz dixwazin herin fezayê. Valantîna ji bo ku biçe fezayê di meha îlonê de nameyekê ji navenda xebatên  fezayê re dinivîse. Valantîna jî tê de tenê 3 jin ji bo perwerdeya fezayê tên hilbijartin. Perwerdeya wan heta salekê berdewam dike.

Berê xwe dide fezayê

Di 16’ê hezîrana 1963’yan de Valentîna Tereşkova bi keştiya fezayê ya bi navê Vostok 6’ê  berê xwe dide fezayê û koda Chaika (Qaqlîbaz) li keştiya xwe dike. Beriya ku keştiya wê derkeve bi hevoka ‘Şewqa xwe derîne û min silav bike, asîmanê rengîn!’ diqîre. Li fezayê nêzî sê rojan ango 70 seat û 50 deqeyan dimîne û 48 caran bi keştiya fezayê li dora dinyayê dizîvire. Piştî sê rojan di 19’ê hezîranê de li bajarê Kazakistanê yê bi navê Karaganda keştiya wan datîne. Heta wê demê jî hê tu astronot û kozmonot bi qasî wan demdirêj li fezayê nemabûn. Yanê keştiya fezayê ya bi navê Qaqlîbaz ew keştî ye ku herî demdirêj li fezayê maye.

Hêjayî xelatan tê dîtin

Piştî vegera li dinyayê Valentîna ji aliyê dewleta sosyalîst ve hêjayî xelata ‘Nîşana Lenîn’ û ‘Ristika Stêrka Zêrîn’ tê dîtin. Dema xelatê distîne jî di axaftina xwe de hevalên xwe yên tekstîlê û tevgera ciwanên sosyalîst silav dike. Çûyîna Valentînayê ya fezayê êdî pêşiya gelek tiştan ji jinan re vedike. Her çiqas Rûsya wekî dewleteke sosyalîst were naskirin jî, di aliyê zayendperestiyê de ji kevneperestiyê zêde ne dûr bû. Ji bo vê yekê jî Valantîna rastî hin rexneyên zayendî jî tê lê li ber xwe dide û serî li ber kesî natewîne.

Valentîna Tereşkova di Partiya Komunîst de wekî komîteya navendî xebatên xwe heta sala 1991’î jî didomîne. Li gelek deverên cîhanê hem welatê xwe û hem jî îdeolojiya xwe diparêze. Ji Konferansên Yekitiya Ewropayê (YE) heta civînên jinan ên li Meksîkayê û Kopenhagê bi jinan re tê cem hev û qala sosyalîzmê û bîrdoziya xwe dike. Di her axaftina xwe de qala hêza jinan dike û tim peyama ‘Jin  dikare her tiştî bike’ dide.

Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan jî Valentîna di fikir û rêya xwe ya bîrdoziyê de tim dimeşe. Îro navê wê yekemîn astronota jin derbas dibe û ew jî yek ji wan qehremanên fezayê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê