Monday, September 20, 2021

Qarta afganan a Enqereyê

Kurdistan Lezgîyeva

Werin em xalên sereke yên daxuyaniya Talîbanê bidin ber çavan: “Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Katarê pejirandiye ku Enqereyê îmze kiribû, bin pê dike; Tirkiye hin peymanên rasterast ên bi Talîbanê re bin pê dike. Ger Tirkiye biryara domandina dagirkeriyê bide, wê demê Talîban dê bi heman şêweyî li dij derkeve ku ew berê li dijî dagirkirina 20 salî ya NATO’yê bûn.”

Wekî din di nivîsê de, tê îdîakirin ku gavên Enqereyê di têkiliyên her du welatên misilman de pirsgirêkên zêde diafirîne û dibe sedema nefret û dijminatiyê. Nuansek girîng heye. Talîbanê heya dawîn hewl da ku ji pevçûnên bi hêzên tirk re dûr bikeve. Hêviya pevçûnên bi wan re ne mumkun e ji ber ku pêşîniya wan a sereke şerê dijminên di nav civaka afganî de ye. Di heman demê de, pevçûna çekdarî ya di navbera leşkerên tirk û Talîbanê de – bi piştgiriya lojîstîkî ya neçar a Dewletên Yekbûyî û NATO’yê – dikare bibe sedema dabeşkirineke din a axa Afganistanê.

Di heman demê de, Enqere xwe ji peymana Katarê ya di navbera Amerîka û Talîbanê de jî dûr dixe. Sedem zelal in; Ger Tirkiye beşdarî operasyonên leşkerî yên hevalbendiyê nebûya, tenê temîrkirina balafirgehê be tiştek xuya nake ku berdewamiya vê “mîsyona aştiyê” ya taybetî li Afganistanê piştî 31’ê tebaxê asteng bike. Lê Talîban bi mudaxeleyên leşkerî yên NATO û Tirkiyeyê dabeşkirina axa Afganistanê napejirîne. Di heman demê de, bi awayekî objektîf, li balafirgeha Kabîlê tenê hebûna leşkerê tirk mimkun e; ger di navbera hikûmeta afganî ya heyî û Talîbanê de peymanek pêk were lê ne bi girêdana Enqere-Washingtonê be. Bi xwezayî, di vê çarçoveyê de, peymanek bi Talîbanê re ne gengaz e. Ger em bifikirin ku aliyên pevçûnê dîsa jî li hev kirine, yekîneyên tirk ên li Kabîlê bêguman dê ji hêla lojîstîkê ve ji aliyê Dewletên Yekbûyî û NATO’yê ve bibin alîkar ango mîsyon dê bibe navneteweyî lê ev êdî dibe “lîstikek”e din. Heya niha tiştek zelal e: Di pevçûna hîpotezî ya di navbera Tirkiye û Talîbanê de, lêçûn û windahiyên mezin ên Enqereyê dê bi teşwîqeke mumkin a Amerîkayê neyên telafîkirin. Di vê navberê de, Talîban îhtîmala bidawîkirina agirbesteke sê mehî bi şertê serbestberdana 7 hezar girtiyan ragihand.

Pirsgirêk cuda ye. Daxwaza aşkera ya Tirkiyeyê heye ku baskên xwe li herêmên – li Lîbya, Iraq, Misir, Sûriye, Pakistan û Afganistanê belav bike. Li Afganistanê, destên wê digihîjin bakur – heya sînorên Rûsyayê, dibe ku bibin beşek ji planên DYA’yê ji bo pêşîlêgirtina bi vî rengî xurtkirina pozîsyonên li herêma Rûsya û Çînê. Wek tê femkirin Enqere bi qarta afganan dilîze, lê Talîban jî li dijî her beşdarbûna Tirkiyê di bicihbûna afganî de ye. Wekî ku berê ji hêla çavkaniyên Îranî ve hatiye ragihandin, Talîban îdîa dike ku amade ne ku li Tehranê bi nûnerên hukûmeta afganî re li ser maseya muzakereyê rûnin.

Her wiha, danûstandinên Talîbanê yên berê li Tehranê bi daxuyaniyeke hevbeş a ji şeş xalan bi dawî bû: Her du aliyan li hev kir ku pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin û li ser şêwirmendiyên din li hev kirin ku bigihîjin rêkeftinekê. Li gorî nûçeyên medyaya afganî, Kabîl bawer dike ku ewlehiya balafirgehê karê Afganiyan bi xwe ye. Ji ber vê yekê “lîstika mezin a nû” li Afganistanê û derdorê wê nû dest pê dike.