25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qasîd

Weke berê jî me gotibû Qasîd parçeyek ji civaka Hûrî ne. Kurdên herî resen in. Tu carî dest ji çiyayên qedîm Zagrosan bernedan e. Ji çiya û zozan, gelî û newalan gelek hez dikin.

Pêşiyê dewleta Gutî an jî Kurtî avakirine. Piştî tifaqa Gutî yan têk çûye û Gutî belavbûne demekê di bin serweriya Sümer, Akad û herî dawî jî Babîlan de jiyan e.

Cîranên Qasîdan ên li çolan ji dema Gûtiyan ve onun tim êrîşî wan kirine. Di serdema Sümer, Akad, û Babîlan de jî ev rewş neguherî ye.

Qasîdan pêşiyê li derûdora Kîrmanşa û Hemedanê şaristaniya xwe ava kirine. Piştre jî ber bi rojava ve belav bûne. Bi gelên din ên ji ber zilma Babîlan perîşan bûyîn re di nava hevkarî û tifaqê de bûne.

Tê texmînkirin ku paytextê Qasîdan bajarek bi navê Kardûnaj bûye. Lê piştî Babîl bi dest xistîne bajarê Babîlê kirine paytextê xwe.

Qasîd di pêşengiya Gandaj de li hemberî Babîlan dest bi şererek dijwar kirine. Di encama şer de dewleta Babîlan têk û Babîl girtine bin serweriya xwe. Serweriya wan bi qasî 150 salî dewam bendi. Qasidî di wê pêvajoya serweriya xwe de bûne hêzeke mezin a wê serdemê.

Ala Qasîdan ji heyva nû û rojê pêk tê. Berê heyvê li jor û roj di hûndirê wê de ye.

Heta demek nêz jî li ser Qasîdan zêde agahî tunebûn. Lê di lêkolînên arkeolojîk ên li Misirê de gelek tablet derketin holê. Beşek tabletten ji nameyên di navbera qralên Qasîd û Misiriyan de pêk tên.

Qralên Qasîdan ên tên zanîn Gandaj, Agûm, Kastîlîyaş, Kastîlîyaşê 2’yem, Agûmê 2’yemîn, Barnabûrîaşê 1’emîn, Kastîlîyaşê 3’yemîn û gelek kral hene.

Xweda û Xwedavendên Qasîdan bi yên Hûrrî-Mîtaniyan yeniden heman. Lê Xwedayên wanên cuda jî hene. Wekî Sah, Sûrîaş, Şîpak, Marûttaş, Bûrîaş û Xwedavendên mîna Mîrîzîr jî hene. Qasîdan ji Xwedayê Babîlan Mardûk re jî rêz girtiye û bi vî awayî dilê gelê Babîlî yê di bin serweriya wan de xweş kirin e.

Qralên Qasîdan gelek qanalên avê çêkirin û pergala avdaniyê pêşxistine. Her wiha xanên bazirganiyê çêkirine û bazirganî pêş xistine.

Di aliyê mîmariyê de jî karên gelek baş kirine. Avahiyên mezin, bawergehên dîwarên wan xemilandî û qesrên bi heybet çêkirine.

Li ser sînoran kevirên bi navê ‘kûdûrrû’ danî û sînorên xwe girtin bin ewlehiyê.

Lê serê Qasîdan her tim bi cîranên wan ên başûr Elam û yên li bakûr Asûran re di belayê de bûye.

Ji ber vê yekê Qasîdan bi Misirê re têkiliyên dîplomatîk danîn. Piştî Mîtanî ji holê rabûn dewleta Asûran bi hêz bû. Piştî demekê Misiriyan bi Asûran re jî têkilî danîn. Ji ber vê têkiliyê navbera Qasîd û Misirê xirab bû.

Li ser vê yekê tifaqa Hîtîtî û Qasîdan a hevkariyê pêk hat . Qralê Hîtîtan Şûppîlûlîûma bi keça Qralê Qasîdan Bûrîaş a bi navê Malnîgal re zewicî. Li hemberî Asûr û Misiriyan alîkariya hev kirin.

Lê dewleta Qasîdan ji ber êrîşên Elam û Asûran gelek qels bû. Di dema Kastîlîyaşê 4’emîn de Qralê Asûran Tîkûltî Nînûrtayê 1’emîn êrîşî Qasîdan kir û paytext Babîl girt û dawî li şaristaniya Qasîdan anî. Di serdema hikmdariya Qasîdan a li Babîlê de di aliyê çandî, wêjeyî, mîmarî û sîyasî de gelek pêşketine, çanda Babîl û derdora wê ji nûve afirandine. Her çiqasî piştî mirina Qralê Asûran Tîkûltî Nînûrtayê 1’emîn, Qasîdan ji bo demek kin cardin hakîmîyet girtibin destê xwe jî vê zêde dom nekir û berî zayinêdi sala 1155’an de bi tevahî ji hol.