spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qaşo eywana bêhnvedanê ye

Plan û xebata avakirina Otogara Navçeyan a Rojava ya Amedê, dema hevşaredarên berê yên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat destpêkirin. Berî ku otogar temam bibe, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2016’an de ji aliyê wezareta karên hundir ve hat desteserkirin. Hevşaredar Kişanak û Anli ji peywirê hatin dûrxistin û Cûmalî Atîlla weke qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Otogar, dema qeyûmê berê Cûmalî Atîlla di 9’ê tîrmeha 2018’an de vebû û dest bi dayîna xizmetê kir.

Eywana bêhnvedanê ya otogarê ku hê 3 sal di ser vebûna wê re derbas nebûye, ji ber xemsariya rêveberiya qeyûmê niha Hasan Basrî Guzeloglû, ketiye rewşeke wisa ku nikare bê bikaranîn. Kursiyên nûpînû ku beriya 3 salan li eywanê hatine bicihkirin, ji hev ketine û boyax û alçiya qartiyan bi ser wan de hatiye. Li gel ku xizmeta li otogarê di saetên şevê de bi dawî dibe û nayê dayîn jî deriyên eywanê bi şev û roj vekirîne. Ji ber ku eywan di vê rewşê de ye van rojên bi sir û seqem kes nikare li eywanê bêhna xwe vede.