20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Qawîşên girtîgehê wekî sarincê ne’

Girtî Cengîz Temel, ji Girtîheta Tîpa T a Hejmar 2 a Tarsûsa Mêrsînê bi rêya malbata xwe diyar kir ku îşkenceya li zindana zêde bûye û got: “Di çelê ziviztanê de kalorîferan pê naxin. Qawîş wekî sarincê ne.”

Îşkence, zext û tundiya li ser girtîgehan zêde dibe. Rayedarên desthilatdariyê bi taybetî di demên dawî de polîtîkayeke tolhildan û kuştinê pêş dixin. Binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Di serî de bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li hemû zindanan polîtîkayeke tecrîd û îşkenceyê tê meşandin. Piştî du salan hin malbatan dikarîbûn bi zarok û xizmên xwe yên girtî re hevdîtinan bikin. Lê malbatên diçin girtîgehan û tên jî, ji îşkence û zextan para xwe digirin.

Fîkret Temel di 14’ê kanûnê de ji Mêrdînê çû hevdîtina kurê xwe Cengîz Temel ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsa Mêrsînê. Fîkret Temel, anî ziman ku li ser zarokên wan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin û wiha got: “Kurê min Cengîz ji 7’ê hezîrana 2015’an ve girtî ye. Niha li zindana Tarsûsê ye. Li Cengîz 12 û nîv sal ceza lê hatiye birîn. Her roja ku derbas dibe rêveberiya girtîgehê pêla îşkenceyê zêde dike. Em di 14’ê meha kanûnê de çûn hevdîtina vekirî ya Cengîz. Ji xwe ketina malbatan a hundirê zindanê gelekî zehmet kirine. Çûyîna girtîgehê kirine îşkence. Lê ji bo zarokên  xwe em tehemulî vê yekê dikin. A girîng di zindanê de tehdeyek gelekî mezin li zarokên me dikin e. Cengîz ji min re got ‘Li gel hemû binpêkirinên mafên me di vî çelê ziviztanê de kalorîferan pê naxin û ji ber vê qawîşên me wekî sarincê sar in. Dîsa ava germ venakin ku em dikaribin serê xwe bişon. Xwarina ku didin me sewal jî nikare bixwin.’ Me bi xwe jî dît ku gardiyan nêzîkatiyeke çawa nîşan didin.”

‘Zindan di nava zindanê de ye’

Temel anî ziman ku zarokên wan di zindana nava zindanê de girtî ne û xwest saziyên eleqedar, parêzvanên mafên mirovan li dijî vê tundiya li zindanan li ser zarokên wan tê meşandin dengê xwe bilind bikin.