19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qebûlkirina statuya Şengalê yan dubarekirina fermanan!

Dema navê Şengalê tê gotin, trajediya mezin, Fermana 73’an a di serê civaka êzidî de pêk hatî tê bîra mirov. Şengal di sala 2014’an de rastî hovîtiya mezin a DAIŞ’ê hat. Ji her alî ve bi hilweşîneke mezin re rû bi rû ma lê vê civakê li ser xweliya xwe, bi bîrdoziya Tevgera Azadiyê xwe ji nû ve afirand.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê bi pêşengiya civaka êzidî pêvajoyeke nû dest pê kir. Di serî de ji aliyê ewlehî û parastinê ve, Meclisa Avakar, gelek sazî û dezgehên rêxistinkirina civakê hatin avakirin. Saziyên xizmetguzariyê, saziyên jinan ên xweser, ên ciwanan, ên aborî, perwerdehî, siyasî hwd di gelek qadan de civakên Şengalê dest bi nû ve avakirina xwe kir.

Bêguman ev sazî û dezgeh çiqas xwedî naverok û karîgeriyeke dagirtî û encamgirtinê mijareke cuda ye lê belê babeta me êrîş û provakasyonên li hemberî vê sîstema rewabûna xwe ji civakê digire, tên lîstin!

Di serî de welatên ewropî, nexasim Almanya, Birîtanya, Fransa, Amerîka, Kanada û Ewûstralya yên qaşo xwe weke alîgir û rizgarkerê mafê mirovan nîşan didin, ji destpêkê ve hewl dan ku ev civak ji warê xwe koçber bibe, tûşî qirkirinê bibe! Dema ku dîtin pêk nayê, serî li rêbazên cuda dan. Bi riya sazî û dezgehên ku rol û mîsyona sîxuriyê dilîzin, hewl dan bi rêbaz û derfetên madî rêxistingeriya li Şengalê bi bedelên giranbuha pêk hatî belav bikin û civakê dîsa weke berê bê parastin û bê rêxistinî bihêlin. Ji bo wê demeke ku bi van rêbazan dest davêjin kesên di nav saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de cih digirin û hewl didin wan bi rojevên sexte re mijûl bikin.

Bêyî ku li ser parastin, rêxistinkirin, rêvebirin û pêşxistina vê civakê gotin û angaşteke van derdoran hebe, bi van rê û rêbazên kirêt dixwazin civakê ji daxwazên xwe yên pîroz dûr bixin. Bi vî awayî li ser daxwazên rewa û mafdar ên civaka êzidî tê nixumandin û berovajîkirin.

Her kes vê rastiyê baş dizane, ji bo ku ev civak ji aliyê feraseteke serdest û derveyî dihat rêvebirin bi komkujiyan re rû bi rû ma. Kar û barê van sazî û dezgehên noker jî ew e ku nehêlin civak bibe xwedî îrade, xwe bi xwe biparêze, bi rê ve bibe û tim û tim derî ji metirsiya fermanan re vekirî bimîne!

Ev nêzikatî sala par dema keça êzidî Nadiya Mûrad ku di Neteweyên Yekbûyî de weke ‘Qasida Aştiyê’ hatiye payekirin, dema çû ba serokê Amerîkayê Donald Trump û behsa komkujiya civaka êzidî kir. Trump xwe kor û ker û lalbûnê danî û civaka êzidî ji nedîtî ve hat lê belê heman Trump îro radibe dibêje ‘bila li Şengalê rêveberiyeke sivîl û rewa bê çêkirin!’  Ev bi aşkera êrîşeke li dijî îrade, hebûn û nirxên civaka êzidî ye. Çimkî rêveberiya niha ya li Şengalê, ji xelkê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn kirî, bedel dayî û li ser wan nirxan hatî avakirin pêk tê.

Dewleta Iraqê ji dema fermanê heta niha ev îrade nas nekiriye û ji bo ku ev civak birînên xwe bipêçe gaveke tenê jî neavêtiye; xizmeteke biçûk ji bo vî gelî nekiriye. Ne ew kesên ku destê wan di kuştina êzidiyan de heyî hatine dadgehkirin, ne jî ev komkujî di asta Iraqê de qebûl nekiriye û li hemberî sûcên şer di asta navneteweyî de nebûye xwedî hewldan û helwest! Heta li hemberî êrîş, destdirêjî û hewldanên dagirkeriya dewleta tirk ên li dijî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bertek û helwestên wê ji gotinan wêdetir neçûye.

Di van demên dawî de Muhafizê Mûsilê û Berpirsê Odeya Operasyonê yê Neynewayê çûn Şengalê û diyar kirin ku hêzên li Şengalê heyî bên belavkirin! Heta bi destê hin derdorên hevkar û noker ên di xizmeta dagirkerên herêmî û navdewletî de ne, dixwazin nakokî, fitne û fesadiyê di nav civakê de çêkin, civakê bînin beramberî hev û vê sîstema ku bi berdêlên giranbuha hatî avakirin, bidin hilweşandin..!

Gava mirov bi vê perspektîfê rewşa herêmê deyne holê, tê dîtin ku ti hêzên herêmî, navdeweletî; dewleta Iraqê û hinek pêkhateyên herêmê ku behsa wan hatî kirin jî ji ber berjewendiyên xwe yên tarî, neyartiya vê pergal û statuya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê pêş ketî dikin.

Ji bo wê yekane riya ku ev statuya li Şengalê bi pêş ketî mayînde bibe, hevgirtin û tifaqa pêkhateyên herêmê û bi taybetî jî ya civaka êzidî bixwe ye. Di heman demê de ji bo parastina ewlehiya civaka êzidî pêwîstiya yekrêzî, yek-helwestî û giyaneke neteweyî ya gelê kurd bi giştî heye. Çimkî siyasetên parçeyî weke di tevahî mijarên neteweyî de di vê mijarê de jî ji xizmeta zilhêz û dagirkeran wêdetir bi kêrî tiştekî nayê…