Rojnameya Heftane

Qedeha plastîk

Carekê jinek ji mêrê xwe yê cirnexweş xeyidî û çû mala bavê xwe. Mêrik gelekî poşman bû, bi şaşiya xwe hisiya û sed hêvî û rica kir lê jinikê got ez êdî nema vedigerim mala te. Piştî çend qasidan jinikê qebûl kir ku vê carê bersiva telefona wî bide. Qasid hat û mizgîniya xwe ji mêrik xwest û got temam tu karî bi telefonê lê bigerî û lêborîna xwe bixwazî. Ew çi ji te re bêje gerek tu bêjî erê. Mêrik telefonî jina xwe kir, jinikê jê re: Qedeh li kêleka te heye.

Mêrik: Na tune ye.

Jinik: Here qedehê bîne.

Mêrik : Temam min anî.

Jinik: Wê qedehê li bin guhê erdê bixe bila parçe bibe.

Mêrik: Temam min qedeh avêt.

Jinik: De here îca wan parçeyên qedehê bide hev û wê bike wekî berê. Heke tu dikaribî qedehê bikî wekî berê ez ê jî vegerim malê.

Mêrik: Qedeh wekî berê ye tiştek pê nahatiye.

Jinik: Çima qey qedeh neşikest?

Mêrik: Na keçê qedeha plastîk bû ma wê çawa bişikê.

Jinik: Xwedê emrê te dirêj neke, tamam heyra ez ê vegerim lê tu yê soz bidî ku careke din dilê min nehêlî û tu şaşiyan di heqê min de nekî.