18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexe ne li gorî feraseteke zanistî ne

Di vê dema ku dîsa li gelek deveran nexweşiya pandemiyê vîrûsa koronayê zêde dibe, me xwest ku der barê vê mijarê de bi Dr. Halîs Yerlîkaya re hevpeyvînekê bikin û agahiyên dawî yên belavbûna vê şewbê jê bipirsin.

Rewşa derziyê li cîhanê niha di çi astê de ye?

Di hêla derzîkirinê (aşî) de, pirsgirêka sereke ew e ku hin welatên xizan hê jî derfet û delîveya derzîlêdanê qet bi dest nexistine, derzî qet neçûye ba wan. Welatên kapîtalîst yên wekî Amerîka û Ewropayê vê derziyê peyda kirin. Lê belê li cîhanê, li nêzî 52 welatan heta niha qet dozek derzî li nexweşan neketiye. Cudatî di navbera welatan de heye, hin welatên xizan ku rêjeya koronayê lê pir zêde bûye, nikarin xwe bigihînin derziyan. Ev pirsgirêkeke mezin e, ji ber ku ev pandemî dê di demeke nêz de neqede. Ji bo ku li hemû cîhanê pêşî li pandemiyê bê girtin, divê di navbera hemû welatan de piştgiriyek hebe. Her kes ji cîranê xwe jî berpirsiyar e.

Ji bo ku pêşî li Covîd-19’ê bê girtin, bi giştî ji bo cîhanê 14 milyar doz derzî lazim e. Ji bo vê jî divê ev patenta şîrketan a li ser derziyê bê rakirin û derzî ji bo her kesî be. Divê li hemû welatên cîhanê ev patent bê rakirin û çi xizan çi dewlemend hemû welat hînî çêkirina derziyê bibin. Lê ji ber ku îro patenta van derziyan di destê hin şîrketan de ye gelek kes nikarin xwe bigihînin derziyê.

Pandemî nexweşiyeke pergala kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm bixwe bû sedema pandemiyê, lewra; destwerdana hawirdor û ekosîstemê û ev şert û mercên ku derketin vê yekê piştrast dikin. Her wiha di vê çarçoveyê de, dibe ku di vê sedsalê de zêdetir pandemî çêbibin. Ji niha pê ve jî divê mirovahî li benda pandemiyan be. Di vê serdemê de mudaxeleyên li ser jiyanê û qadên dîtir ên mirovahiyê dê zêdetir bibin. Ji ber vê yekê divê mirovahî kumê xwe bide ber xwe û li ser vê rewşê baş bifikire, li gorî wê têbikoşe. Şîrketên ku derziyê dîtine qedera mirovahiyê kirine nav kefa destên xwe. Wan bi tena serê xwe ev derzî nedît helbet, dewletan piştgirî da wan. Dewletan bac ji gel distandin û bi vê bacê piştgirî dan wan şîrketan da ku ew derziya koronayê çêbikin. Baş e, derzî çima ne ji bo hemû gel e? Lê pandemiyê vê yekê jî da nîşan; xelasî û rizgariya yên dewlemend tenê, ji bo pandemiyê nabe çareserî, heke em bixwazin ji pandemiyê rizgar bibin divê her kes were derzîkirin.

Di mijara derziyê de Tirkiye di kîjan merheleyê de ye?

Rexneya me ya ewil ji bo rewşa Tirkiyeyê ev e: Tirkiyeyê pêvajoya pandemiyê di çarçoveyeke zanistî de nedaye meşandin û hê jî bi israr di çarçoveya zanistî de nêzî pêvajoyê nabe. Tirkiye tim wisa bû jixwe, ne li gorî ilmê, ne li gorî zanistê tevdigere. Lê Tirkiye yek ji wan welatan e ku bandora pandemiyê herî zêde li serê çêbûye. Ew reqamên ku duh derketin holê vê yekê piştrast dikin; di rojekê de 42 hezar kesên nû bi vîrûsê ketine. Her wiha heta niha 33 hezar kesan ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dane. Lê em dizanin ku ev reqem jî ne rastin. Ji destpêka pandemiyê vir ve pêvajoya pandemiyê baş nehat birêvebirin.

Di hêla derziyê de jî gelek pirsgirêk hene. Ew tiştê ku wan digot û tiştên ku diqewimin berovajiyê hev in. Wan digot: Em ê di filan dîrokê de derziyan bînin, em ê evqasî derzî bînin, em ê gelê xwe zûtir derzî bikin lê hemû jî derew derketin. Bi vê yekê baweriya gel, hêviya gel hat şikênandin.

Ji tenduristiya gel zêdetir rewşa aborî xistin hincet û li gorî vê biryar girtin. Biryar bêtir di çarçoveyeke navendî de man, lê divê li gorî taybetiyên bajaran, rêjeyê û pêketiyan ev biryar bihataya girtin.

Heta niha li Tirkiyeyê 17 milyon û nîv derzî hatine lêdan, ji van 7 milyon û 300 hezar kes doza duyem jî bûne, 10 milyon û 200 hezar jî doza yekem tenê bûne. Bi temamî 17 milyon kesan derzî li xwe xistiye. Ev li gorî rewşa Tirkiyeyê pir kêm e.
Her wiha divê ne bi şîrketekê tenê re bi gelek şîrketan re xebat bihata meşandin û ji şîrketên cuda derzî bihata kirîn. Lê rewşa patenta ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Divê pêşî ev meseleya patentê rabe û dewletên mayîn bikaribin vê derziyê bi rehetî çêbikin. Ji ber ku di nav civakê de derzî dê pêşiya nexweşiyê bigire, divê herî kêm ji sedî 75’ê (%75) civakê derzî bibe. Lê em gelek dûrî van rêjeyan e.

Li aliyekî din jî mijara qedexeyan heye. Tirkiyeyê ji destpêkê heta niha hewl da pêvajoyê bi qedexekirinan bi rê ve bibe, lê rêjeyên dawîn jî didin nîşan ku ev qedexe bi tena serê xwe bi kêr nayê. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Ev qedexeyên li Tirkiyeyê jî ne li gorî feraseteke zanistî ne. Divê reqemên bajaran, herêman li ber çav bihata girtin û bi tevlîbûna gel û saziyan ev pêvajo bihata birêvebirin. Ev biryar ne ji bo tenduristiya gel in. Diviya di vê pêvajoyê de, ji hêla aboriyê ve piştgiriya gel bihata kirin. Ew cih û deverên qelebalix, wekî metropol, fabrîqe û kargehên mezin ku îhtîmala pêketina nexweşiyê lê zêde ye, ji hêla aboriyê ve bihatana rehetkirin, qet nebe li gorî wê gel bikaribûya tevdîra xwe bigire. Her wiha diviya, ew kesên xizan û kesên ku debara xwe rojane dikirin ji aliyê dewletê ve bihatana piştgirîkirin, lê tiştekî wisa çênebû.

Lê binihêrin di biryarên wan ên qedexeyan de, pêşî cihên wekî navendên dan û standinan (AVM) tên vekirin. Navendên dan û standinan vedikin lê parkan qedexe dikin. Halbûkî ev navend girtî ne û pergalên wan ên hewayê dibin sedem ku nexweşî bêtir li van deran belav bibe. Ev biryar jî nîşan didin ku armanc û feraseta sereke li ser berjewendiyên aboriyê ye. Ji ber ku aboriya Tirkiyeyê qels e xwe dispêrin van qedexeyan. Lê bi qedexeyan jî ev pêvajo nameşe. Qedexe jî ji xwe re kirin wekî amûrekê da ku pê hin polîtîkayên xwe bidin meşandin. Radibin kongreyan bi lepelep çêdikin, lê binihêrin ev kongre bûn sedema belavbûna nexweşiyê. Nexasim li bajar û navendên li Deryaya Reş nexweşî zêdetir bû.

Rewşa derziyê ya li Kurdistanê di kîjan merheleyê de ye?

Ser meselê; li Amedê 160 hezar derzî hatin lêdan, li Êlihê 58 hezar, li Wanê 103 hezar, li Mûşê 32 hezar derzî hatine lêdan. Li Rihayê 134 hezar derzî hatine lêdan. Riha bixwe yek ji bajarên herî mezin ên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Derzî li gorî gelheya bajaran hatiye lêdan, lê kêm e.

Destpêkê kesên temenê wan di ser 65’an re ye hatin derzîkirin. Lê li herêma me ev kes pir kêm in. Sedema sereke ya derzînebûna kesên temenmezin ev e: Baweriya wan bi polîtîkaya derziyê nayê. Ji ber ku sîstema tenduristiyê baş nehatiye birêvebirin, li herêmê ji sedî 50’yî (%50) gel naxwaze derzî bibe. Lewra pêvajoya pandemiyê û birêvebirina pêvajoyê di çarçoveyeke zanistî û zelal de nehat meşandin û vê yekê li ser gel baweriyek neda çêkirin.

Sedemeke esasî jî ew e ku xizmetên tenduristiyê bi zimanê zikmakî nayên dayîn. Heke xizmet bi zimanê gel bûya bêguman gelê me dê bêtir bi xwestek bûya.

Her wiha li herêmê di qadên dîtir de jî gelek kêm derzî hatine kirin; wekî ku tê zanîn destpêkê xebatkarên tenduristiyê hatin derzîkirin lê li herêma me rêjeya derzîkirina xebatkarên tenduristiyê jî pir kêm e. Aliyê din jî kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebûn hatin derzîkirin lê rêjeya derzîkirina wan jî li hêrêmê pir kêm e.

Çendek berê nexşeyek hat parvekirin, lê piştî rakirina qedexeyan di nexşeya bakurê Kurdistanê de jî guherîn çêbûn û rêjeya pêketiyan zêdetir bû. Gelo divê em vê nexşeyê çawa binirxînin?

Ew nexşeya ewil ku bakurê Kurdistanê tê de bi rengê şîn hatibû destnîşankirin çend xalên girîng destnîşan dikin. Lewra me li herêma xwe bedeleke mezin da. Di havîna borî de nexweşî gelek zêde bû lê nekete rojevê. Rewşeke wisa bû ku me emeliyatxane û servîsên polîklînîkan hemû xistibûn servîsên lênêrîna awarte. Me ew bedel da jixwe. Îro meriv dikare bibêje ku li herêmê, hema hema di nav her malbatê de, mirin çêbûne. Ew rengê şîn ê nexşeyê ji ber şînên me yên demekê bû, ew nexşe bi mirinê derket holê. Lê dîsa jî em baweriya xwe bi wê nexşeyê jî nayînin lewra hejmarên ku ji teref wezareta tenduristiyê ve tên parvekirin ne rast in.

Niha wekî Odeya Bijîşkên Amedê û wekî Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê em bang li gelê xwe dikin: Heke dora derziyê hat ser wan, bila teqez derziya xwe li xwe bixin. Em ê bi derziyê hem xwe, hem hezkiriyên xwe hem jî civaka xwe biparêzin. Hin kes dibêjin derziya Çînê ye ez pê ne bawer im û derzî nabim. Li gorî lêkolînên cîhanî û li gorî lêkolînên ku li Tirkiyeyê hatine kirin ev derziya ku niha Tirkiye bi kar tîne hem bi bandor e hem jî bandora wê ya neyînî pir kêm e.

Halîs Yerlîkaya kî ye?

Diktorê Pispor Halîs Yerlîkaya di sala 1980’yî de li Pasûrê hatiye dinyayê. Di salên 2016-2017 li Amedê li zanîngeha Dicleyê di beşa onkolojiyê de pisporiya xwe kiriye. Di salên 2010-2012’an de li nexweşxaneya dewletê ya Agiriyê wekî pisporê nexweşiyên hundirîn kar kiriye. Di navbera 2013-2014’an de li Sêrtê li nexweşxaneyeke taybet kar kiriye. Niha li nexweşxaneyeke taybet a Amedê wekî pisporê onkolojiyê karê xwe yê diktoriyê didomîne.