spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeremûs: Li dijî dagirkeriyê bibin yek

Komxebata KNK’ê ya li Qamişlo didome. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Qeremûs bi rêya Skype tev li komxebata bi dirûşma “Bi yekitiya nîştimanî em ê dagirkeriyê tune bikin û rê li şerê navxweyî bigirin” bû. Qeremûs ewilî spasiya hemû kesên ku beşdarî komxebatê bûne kir û destnîşan kir ku komxebat di pêvajoyeke gelek hesas de li dar ketiye ku gelê kurd rastî êrişên dagirkeriyê tên û diyar kir ku Tirkiye bi awayekî hovane êrişî başûrê Kurdistanê dike û ji gelek salan ve êrişî Rojava dike.

Qeremûs piştrast kir ku Tirkiye bi armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê van êrişan pêk tîne û wiha got: “Ji ber wê em bang li hemû hêz û civaka Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek û li ber xwe bidin. Divê helwestek hevgirtî bê nîşandan ku hebûna gelê kurd û Kurdistanê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.”

Qeremûs, destnîşan kir ku heke rê li pêşiya êrîşên Tirkiyeyê neyê girtin, wê Kurdistan bi giştî bi xetereyê re rû bi rû bimîne û bang kir ku stratejiyeke hevbeş a Kurdan were dayîn û divê hemû xwedî li vê stratejiyê derkevin.

Qeremûs anî ziman ku Tirkiye heta niha di encama berxwedana destanî ya şervanên azadiyê de tu encamên ber bi çav bi dest nexistine û divê hemû piştgiriya vê berxwedanê bikin. Hevserokê KNK`ê Ehmed Qeremûs di dawiyê de got: “Ji bilî yekitiya nîştimanî tu vebijark li pêşiya me tune ye ji bo ku em destkeftiyên hatine bidestxistin û vê kongreyê biparêzin. Em hêvî dikin ku hêz, rêxistinên siyasî û sivîl di vî warî de piştgiriya me bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê