19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qêrîna Gelekî; Seyda Perînçek û albûma wî ya nû “BAV“

Hunermend ew e ku êşa gelê xwe dijî û dibe wergerê vê êşê. Kedera gelê xwe werdigerîne gotinan û gotinan dike muzîk û wan bi hevre dike awaz, stran, qêrîn. Û wisa dike ku li hemû cîhanê belav bibe. Hunermend an jî hozan heke ji gelê xwe qut bibe dê tucarî nikaribe êşa gelê xwe têxe nav stranên xwe. Ew ê nikaribe bibe parastvanê hestên gelê xwe.

Hunermendê herî afirîner ew e ku bi gelê xwe re û bi tekoşîna gelê xwe re bimeşe. Hêjayî gotinê ye ku ê/a herî bedew jî ew e. Afirîneriya ku li ser pirsgrêkekê, êşekê ango kederekê hatibe çêkirin a herî bedew û xweşike.

Dayik digrî û tu jî ji hestên wê re dibî wergêr û vediguhezînî qêrînê…

Ciwan tevî refê pakrewanan dibe û tu navê wan dixe guhê milyonan…

Zarok dimrin tu qêrîna wan digihînî erş û asîmanan bi stranên xwe…

Xort evîndar dibin, tu dilê wan mest dikî bi stranên xwe…

Keç diçin tu bi awazek xwe wan bibîrtînî û rêzgirtinek mezin ji wan re digirî…

Hozan û hunermendê ku bahsê dikim Seyda Perînçek e. Di sala 1978’an de li Dêrîka Çiyayê Mazî ji dayik bûye. Wek stêrkek li ezmanê muzîka kurdî bi ronî vedibe. Ji salên zaroktiyê ve eleqeyek mezin ji bo muzîk û amûrên muzîkê nîşan dike. Ji ber ku di dilê xwe de cîhanek veşartiye û dixwaze vê cîhanê derxîne holê. Bi demê re mezin dibe û bi êş û kederan kamil dibe. Seyda Perînçek cara yekem di sala 2009’ê de bi strana xwe ya “Amara” nav û dengê xwe belav kir. Strana “Amara” piştre dikeve albûma “Tu Wateyî“ ku di sala 2010’an de dertê.

Di nava salên 2006 heya 2016 de li Qoserê li Navenda Çanda Mêrdîn/Mezopotamya (NÇM) ê de xebatên cûr be cûr meşandiye û gelek şagirt mezin kirine.

Yek ji Hozan/Hunermendê herî afirîner Seyda Perînçek e. Gelo çima? Bersiva wê gelek hêsan û gelek zahmete jî. Seyda Perînçek xwedî dilek wisa ye ku dikare bi her kesekî re empatî çêbike. Berê digotin: dikare bi zarokan re bibe zarok, bi mezina re bibe mezin, bi evîndaran re bibe evîndar, bi kederan re bibe keder, bi êşan re bibe êş û bi hestan re bibe hest.

Ev taybetmendiyeke gelek giranbuha ye. Çavkaniya te gelê te, nirxên wî, keder û êş û bûyerên dîroka wî be; wê çaxê dawî li afirîneriya te nayê. Ji ber ku gelê kurd xwedî çavkaniyek ku digihîje destpêka Şaristanî û Mirovahiyê. Bawer bikin ku ev kanî qet av lê naçike.

Albûmên Seyda Perînçek:

1- Tu Wateyî -2010

2-Kolan -2016

3-Evîna Wendayî -2018

4-Bêrî -2020

5-Berfîn -2021

6- BAV -2022

Her wiha gelek stranên wek Single/Klîb jî (wek Oy Xezalê, Mêrdînê, Berxo, Çar Demsal, Çav Zeytûna Min, hwd.) heya niha bi hezkirî û guhdarvanên xwere re parve kiriye.

Seyda Perînçek heya niha du pirtûkên helbestan weşandiye û di qada wêjeyê de jî gavên girîng avêtiye. Di pêşerojê de ew ê pirtûkên der heqê muzîk, perwerde û helbestan de jî derbixe û xizmetê ji bo wêjeya kurdî bike.

Di dawî de dixwazim behsa albûma wî ya dawî ku ew ê di van rojan de derkeve bikim. Navê albûmê “BAV“ e. Ji ber ku ev albûm ji bîranîna bavê xwe yê Şehîd çêkiriye. Hêjayî gotinê ye ku Seyda navê bavê xwe wergirtiye û xistiye nasnameya xwe. Seyda wisa tîne ziman:

Min daye dû şopa Şehîdan

Lo bavo lo, sonda min lo lo

Hêviya min lo lo, siya min lo lo

Doza min lo lo, qibla min lo lo

Bavê min lo lo

Albûma Seyda Perînçek ya bi navê “BAV“ ji 10 stranan pêk tê. Hemû gotin û muzîk yên wî ne û wek albûmên din ev jî ew ê bibe werger ji bo hestên me, kederên me, bîranînên me, êşên me û kêfxweşiyên me.

Derfet çêbû ku li stranên wî guhdar bikim. Wek hemû stranên wî naverok tijî gotinin, wate, hest û evîn e.

Min kêm pesnê te da, tenê dixwazim bêjim: Dengê te ji vê cîhanê kêm nebe!