20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qesra Serokkomariyê di 6 salan de 280 milyon û 704 hezar lîre xerc kiriye

 Li gorî daneyên Saziya Sayiştayê ku li ser navê parlementoya Tirkiyeyê venihêrtina dahat û lêçûnên saziyên cemaweriyê dike, li Qesra Serokmariyê di 6 salan de 280 milyon û 704 hezar lîre hatiye xerckirin.

Sayiştay haya niha qet li ser lêçûnên qesra serokkomariyê daneyeke parve nekiribû. Lê vê carê di rapora xwe de lêçûnên  qesra serokkomariyê yên ji sala 2015’an vir ve jî  parve kir. Di raporê de lêçûnên paqijî, cil, restorekirin û lêçûnên venêrînê cih girtin. Li gor raporê lêçûnên qesra serokkomariyê di navbera salên 2015 û 2020’an 280 milyon û 704 hezar lire derbas kiriye.

Di raporê de tê diyarkirin ku ji bo qirtasiyeyê 14 milyon û 341 milyon, ji bo paqijiya mitbaxê 18 milyon û 768, ji bo tendirustiyê jî 66 milyon û 214 hezar lire hatiye xerckirin. Bi 51 milyonî jî testên koronayê û maskeyan standine.

Di 6 salên dawî de ji bo paqija qesrê 22 milyon û 180 hezar, ji bo cil û tûafiyeyê jî 54 milyon û 200 hezar lîre xerc kirine. Di heman raporê de tê destnîşan kirin  ku ji bo peyzaja qesrê 10 milyon û 961 hezar, ji bo kirîna ajalên zindî 81 hezar û  ji bo êmên wan jî 728 hezar lîre hatiye dayîn.

Bi 63 milyon û 710 hezar lîre amûrên di avahiyê de hatine nûkirin. Ji bo cihkirina amûran jî 23 milyon û 842 hezar, ji bo kirîna lastîkên maşîneyan jî 5 milyon û 317 hezar lîre hatiye dayîn.

Di sala 2015’an de 14 milyon û 281 hezar, di 2016’an de 19 milyon, di 2017’an de 28 milyon û 900 hezar, di 2018’an de 34 milyon û 700 hezar, di 2019’an de 48 milyon û 400 hezar û di sala 2020’an de jî  135 milyon û 249 hezar lîre lêçûna qesra Erdogan çêbûye.