Thursday, June 24, 2021

Qesra Şîrîn: Destpêka parçekirina Kurdistanê

Şerê Safevî û Osmaniyan di sala 1514’an de bi şerê Çaldiranê gihîşt lûtkeyê. Di sala 1629’an de şerê gurcî û ermeniyan dest pê kir. Şerê di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Safeviyan di 17’ê gulana 1639’an de bi peymana Qesra Şîrîn û bi parçekirina Kurdistanê bi dawî bû. Li gorî vê peymanê hemû Irak û beşek ji axa Kurdistanê ji Îranê tên cûdakirin û girêdayî axa Osmaniyan tên kirin.

Di sala 1635’an de Sultan Muradê 4’emîn ku wê demê xelîfeyê Osmaniyan bû, di ser Erziromê re êrîş bir ser împaratoriya Safevî û Êrîvanê, dagir kir. Di sala 1638’an de jî êrîşê Bexdayê kir ku gelek caran hewildabûn Bexdayê dagir bikin. Piştî şerekî 40 rojan Bexda ket û Osmaniyan Bexda dagir kir. Osmaniyan biryara komkujiyê ji bo hemû leşkerên Safevî û beşek zêde ya xelkê Bexdayê ku di Bexdayê de mabûn derxist.

Piştî dagirkirina Bexdayê, Paşayê Safeviyan Şah Sefî daxwaza agirbestê ragihand. Osmaniyan jî daxwaza Paşayê Safeviyan qebûl kirin. Di roja 17’ê Gulana sala 1639’an de herdu împaratoriyan li bajarê Qesra Şîrîn ku niha bajareke bi ser parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye, ligel hev rûniştin û peymanek îmze kirin. Navê peymanê jî Peymana Qesra Şîrîn bû ku hinek jî jê re dibêjin Peymana Zehaw.

Li gorî vê peymanê beşek mezin a ji Kurdistanê ango Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê tev li axa Osmaniyan tê kirin. Li beramberî vê jî Êrîvana ku Osmaniyan dagir kiribû şûnde li axa Safeviyan hate vegerandin û Iraqa ku wê demê bi Iraqa Ereban dihat nasîn gihaşt Osmaniyan.

Ev peyman 137 salan dom kir. Di sala 1776’an de Sadiq Xanê Zend birayê Kerîm Xanê Zend êrîşê Besrayê kir û Besrayê vegerand ser axa Îranê. Lê piştî sê salan li gorî peymana ku sînorê Osmaniyan hatibû diyarkirin, hêzên Sadiq Xan cardin hêzên xwe ji Besrayê paş ve kişand. Besra cardin vegeriya ser xaka Împaratoriya Osmaniyan. Ev peyman heya şerê cîhanê yê yekemîn dom kir. Piştî şerê cîhanê yê yekem hinek dewletên Ereban ji Osmaniyan hatin veqetandin, li gorî heman peymanan sinorê Iraq û Îranê jî hate diyarkirin.