25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeymaqamê Peyasê konên zebaşfiroşan xira kir

Qeyûma Peyasê bi fermana Qeymeqamiya Peyasê, bêyî hincetê nîşan bide konên zebeşfiroşan ên li ser rêya Rihayê ya tenişta Otogara Mezin a Amedê, xira kirin.

Zebeşfiroş Şexmûs Malkoç ku 48 sal in karê firotina zebeşan dike û ev 5 sal in jî li ser Rêya Rihayê kon vedaye, diyar kir ku du roj berê zabitayên şaredariyê ji bo xirakirina konê hatine û wiha got: “Rayedaran diyar kirin ku ev bi fermana Qeymeqamê Peyasê dê konan xira bikin û konên me xera kirin.”

Malkoç destnîşan kir ku zabita konê wî û çend konên din ên li ser Rêya Rihayê xira kirine û wiha axivî: “Konê min xira kirin. Lê ez ji cihê xwe ranebûm. Min ji wan re got vê zivistanê ez ê çi bikim û heta ez zebeş û petêxên xwe nefiroşim naçim ciheke din.”

Her wiha Malkoç da zanîn ku piştî berteknîşandayînê zabita çûne û got: “Lê nediyar e dê kengî bên min ji cihê min derxin.”