Sunday, December 5, 2021

Qeyrana Sefîran: Dewletên Rojavayî bi destên xwe celadê xwe mezin kir

H. Halît Alaçati

DYA û Kanada jî di nav de 10 dewletên Rojavayî hefteyek berî niha bi boneya serbest berdana Osman Kavala û Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nameyek weşandin. Li hemberî vê nameyê Serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan jî diyar kir ku wî ferman daye Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglu ku sefîrên van deh dewletan wekî, “Kesê nayên xwestin” îlan bike.

Ev çend roj e mijara Tirkiyeyê ev mesele ye. Gelek şîrove li ser vê mijarê hatin kirin. Li gorî hind şîroveyan Erdogan ji ber ku êdî kontrola birêvebirinê winda kiriye û nikare biryarên aqilane bide, biryareke wiha daye. Di hind şîroveyan de jî tê gotin ku Erdogan nedizanî gotina, “Kesê nayê xwestin” tê wateya dersînorkirinê û ji bo wê hema gotin ji devê wî verestiya û niha jî nikare gavê paşve bavêje. Şîroveyek din jî wiha ye: “Erdogan hindî diçe winda dike. Qeyrana aborî, siyasî û civakî ya Tirkiyeyê kûrtir dibe. Ji bo xwe li ser piya bigire pêwistiya wî bi rageşiyê heye.”

Bêguman aliyên rast ên van şîroveyan hene. Lê hemû rastiyan raberî me nakin. Paşperdeya meseleyê zelal nakin. Bi vê boneyê îktîdarên Tirkiyeyê çi dîndar û çi jî Kemalîst, dema biryarekê der barê welatên din de didin, divê ji berî her tiştî mirov li têkiliya biryarê ya bi kurdan re bibîne. Ji ber ku her tim di navenda polîtîkayên wan de dijberiya gelê kurd û Kurdistanê heye.

Di mijara dersînorkirina sefîran de jî xala esasî mijara kurd û Kurdistanê ye. DYA, Almanya û İngilîstan di serî de welatên Rojavayî hertim Tirkiye li Rojhilata Navîn wekî qereqoleke xwe dîtin. Li hemberî gelê herêmê hertim piştgirî dan dewleta tirk. Komkujî û tevkujiyên dewleta tirk ên di çarçoveya sazkirina netew dewleta tirk de li hemberî gelên herêmê hatine kirin ji nedîtî ve hatin.

Bi taybetî Almanya di aliyê çekdarî, aborî û siyasî de li gel dewleta tirk cih girt û di pratîkê de jî piştgirî dayê. Bêguman ev tercîha Almanyayê bû lê di heman demê de wezîfedariyeke di çarçoveya NATO’yê de bû ku ji hêla dewletên Rojavayî ve hatibû kirin. Dewleta tirk bi hêza çekdarî, aborî û siyasî ya ji dewletên Rojavayî girtî ermen, kurd, asûr, laz, çerkez û gelek gelên din di komkujiyan re derbas kir. Beramberî vê yekê berjewendiyên aborî û siyasî bi dest xist.

Lê girêdayî geşedan û guherînên di qada siyasî de ahenga di navbera dewleta tirk û mitefîkên wê yên Rojavayî de xirab bû. Bi taybetî piştî pergala faşîzmê li Tirkiyeyê ava bû, daxwazên Erdogan û hevkarên wî jî zêdetir bûn. Çiqas pergala faşîzmê dimeşîne ewqas qeyrana siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê jî kûrtir dibe. Derfeta li ser karmayînê bêîmkan dibe. Ji bo vê Erdogan zêdetir pêwistiyê bi alîkariya çek, aborî û siyasî dibîne.

Dema dewletên Rojavayî alîkariya pêwist tam nedin jî vêcarê Erdogan wan li Lîbya, Sûriye, Iraq, Rojhilatê Deryaya Spî tehdît dike. Carnan miştêriyan dişîne, carnan bi Rusyayê re peymanan çêdike, carnan êrîşî derdorên dewletên Rojavayî pêre dixebitin, dike. Heta ji gefan wêdetir bi destên çeteyên tundiraw ên wekî DAIŞ, OSO û El Qaîdeyê li dewletên Rojavayî êrîşan pêk tîne. Nebû bi îxraçkirina madeyên hişbir û komên mafyatîk welatên Rojavayî dide zorê.

Sedema gengeşiya vê dawiyê jî ev e. Erdogan êdî bi zalalî dibîne ku dawiya îktîdara wî hatiye. Nikare qeyrana aborî, siyasî, leşkerî û civakî çareser bike. Hevriyên wî di bin navê DEVA û Gelecekê de bi komî jê veqetiyan. Komên di nava îktîdarê de yek bi yek direvin û skandalên wekî tecawiz, tacîz, tiryak, fuhuş, dizî û talanê li xwe mikur tên. Di şerê li hemberî gelê kurd de winda kir. Çiqas êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê dike ewqas qrîzên wî kûrtir dibin. Erdogan êdî nikare pêvajoya hilweşînê rawestîne û pêşketinan kontrol bike.

Tenê çareyek di destê wî de ma ye. Ew jî bilindkirina hestên nijadperestiyê ne. Ji bo du tiştan ji welatên Rojavayî dixwaze. Yek, pere û çek. A din jî li hemberî komkujiyan bêdeng bûn. Di bingeha xwe de Almanya û Îngilîstan di serî de zêde îtîraza van dewletan nîne. Lê gelên Rojavayî li dijî faşizm û komkujiyan e. Di encama têkoşîna gelê kurd a li hemberî faşizmê de û paradîgmaya wan a hemdem û alternatîf bi sempatiyek mezin li kurdan dinêrin. Piştgirî didin têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Kampanyaya Sendîkaya Karkeran a Îngilîstanê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yek mînakek şênber a ji vê piştgiriyê ye. Ligel hemû zextên dewletan jî biryarên dadgehên Ewropayê yên derbarê PKK’ê de ku dixwazin ji lîsteya “terorê” bê derxistin jî herwesa. Pişgiriya akademiyayê ya ji bo fikrên Ocalan aliyek din ê vê piştgiriyê ye. Li aliyekê gelê kurd ê azadîxwaz li hemberî faşîzma îktîdarên Rojhilata Navîn têdikoşe, li aliyê din îktîdar û komên girêdayî wan ên hov û tecawizkar. Bi vê boneyê îktîdarên cîhanê êdî nikarin wekî berê bi elenî piştgiriyê bidin şerê dewleta tirk ê li hemberî gelê kurd.

Welatên Rojavayî dixwazin rewşê îdare bikin. Li bendê ne Erdogan hinek biguhere. Çend gavên sembolîk bavêje ku bikaribin civakên xwe pê îkna bikin. Di nameya weşandin de jî helwestek exlaqî û bi prensîb tune ye. Li zindanên dewleta tirk niha bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Ji wan gelek nexweş in. Hinek ligel ku cezayê bi ferasetek faşîst li wan hatiye birîn, qedandine jî nayên tahliyekirin. Lê ji bo wan demokrasî nayê xwestin. Tenê ji bo du kesan demokrasî tê xwestin. Tişta Erdogan jê hêzê digire jî ev e. Ji bo wê bi resta dersînorkirina sefîran bersivê dide.

Lê êdî ji bo welatên Rojavayî jî; ji bo Erdogan jî dawiya rê ye. Neçar in, rastiya hevdu bibînin. Divê dewletên Rojavayî bibînin ku bi destê xwe, bi alîkariya xwe ya çekdarî, leşkerî û siyasî Erdogan anîn vê astê. Bi polîtîkayên xwe yên bêprensîb û keyskar celadê xwe mezin kirin. Her wiha divê bizanin ku bi mizdana pişta Erdogan û xwestina çend gavên sembolîk ji wî, êdî nikarin ji celadê xwe xilas bibin. Divê helwestek rast, rêk û pêk nîşan bidin. Ev jî tê wê wateyê ku piştgiriya xwe bi tevahî ji Erdogan bikişînin û piştgiriyê bidin hêzên azadî û demokrasîxwaz.

Divê Erdogan jî êdî fam bike ku piştgiriya dewletên Rojavayî jî nikare wî xilas bike. Hemû hêza xwe ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar anîn. Lê di dawiya rojê de ew jî wekî îktîdarên beriya xwe li hemberî têkçûnê ye. Dê di pêşerojê de wekî îktîdareke faşîst, dagirker, diz, tecawizkar û talanker bê pênasekirin. Dibe ku bi zilm û zorê gelên azadîxwaz bide zorê lê ne mimkûn e ku wan têk bibe. Ji dîrokê fam nake lê hinekî dîrokê bixwîne dê bibîne ku di dîrokê de dagirkerekî ku li hemberî gelê ji bo xwe biryara azadiyê daye biserneketiye.

Bandora Tevgera Azadiya Kurdistanê di nav gelê kurd û gelên cîhanê de daye çêkirin êdî destûr nade wekî berê bi gef û şantajê daxwazên xwe bi cih bîne.

Wekî encam, bêguman dewletên Rojavayî yên xwedî polîtîkayên kesykar û bêprensîb; Erdoganê li ber têkçûnê dibe ku bi awayekî li hev bikin. Ji ber ku Erdogan di vê rewşê de nikare sefîran dersînor bike, welatên Rojavayî jî nikarin zû bi zû dest ji polîtîkayên xwe yên berjewendîparêz berdin. Lê rastiyeke din jî heye êdî nikarin wiha bi hev re jî bimeşin. Ji ber ku têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê çiqas derbeyan li faşîzmê bixe, dewletên din jî ewqas dikarin helwest bigirin. Dê li bendê bimînin heta Tevgera Azadiyê celadê wan têk bibe. Mîna  ku kome celadên wan ên DAIŞ’î têk birin.