23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm pişaftin û înkara kurdî kûrtir dikin

Polîtîkaya pişaftin û înkarê ya li ser kurdan ku bi salan e tê meşandin, bi destê qeyûmên tayînî ser şaredariyên bajarên kurdan bakurê Kurdistanê hatine kirin, tê kûrkirin. Qeyûman zora xwe daye ser ziman û çi tişta li ser navê kurdî hebe di hedefa wan de ye. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku ew bixwe jî kurdekî Çewlikê ye, li navçeya Ebexa Wanê tabeleyên gundan ên bi kurdî-tirkî daxistin. Qeyûm li şûna van tabeleyan tenê tabeleyên bi tirkî çikandin.

Piştî ku ev înkar û tunehesibandina kurdî ya bi destê qeyûm derket holê, bi hezaran kes li ser medyaya civakî bertek nîşanî qeyûm dan û li zimanê kurdî xwedî derketin. Hin derdorên ku beriya niha nêzî AKP’ê bûn jî bertek nîşanî vê înkarkirinê dan. Daxwaza hevpar a hemû kesên ku bertek nîşanî vê înkarê dan, nivîsandina navê kurdî ya gundan bû.

Li ser van bertekan Qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, tenê tabeleyeke bikurdî çêkir xwest ku bi vê yekê nûçeyên hatine weşandin biderewîne. lê bi ser neket û di demeke kurt de derket holê ku qeyûm tenê tabeleyek amade kiriye û navên kurdî yên gundan jî şaş nivîsandine.  WAN