24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm ‘Sîpan’ bi ‘Abdûlkadîr Aksû’ guhert

Qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Peyasê navê kolana Sîpan guhert. Qeyûm navê wezîrê berê yê AKP’î û serokê lijneya rêveberiya Vakifbankê Abdûlkadîr Aksû li kolanê danî. Meclisa şaredariyê, di civîna 4’ê nîsanê de biryar da ku navê kolana Sîpan bi navê Abdûlkadîr Aksû bê guhertin.

‘Wê navê kolanê her Sîpan be’

Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Şaban Karakaş ku ji peywira xwe hatiye girtin, bertek nîşanî biryara qeyûm da û wiha got: “Danîna navê Abdûlkadîr Aksû ku ji bo gelê Amedê kevirek nedaye ser hev jî li dijî ziman, çand û gelê kurd bêrêziyeke mezin e. Em biryara karmendên hatine tayînkirin qebûl nakin. Wê navê wê kolanê her Sîpan be. Wê di demeke nêz de gel karmendan bişîne û tabeleya Sîpan careke din bê daliqandin.”

Qeyûmên li ser şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê, beriya niha jî gelek tabelayên bi kurdî, bi tirkî guhertin û hemû saziyên çand, huner û zimanê kurdî yên şaredariyan girtin. Herî dawî çend hefte berê jî, qeyûmê li ser şaredariya navçeya Farqînê ya Amedê tabelaya bi sê zimanan (kurdî, îngilizî, tirkî) a li têketina navçeyê, guhertibû û li şûna wê tenê ya bi tirkî danîbû.

AMED