spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Amedê bûye pêkeniyê xelkê!

Peykerên ku ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Xaçerêya Yonca ya li Balafirgeha Amedê çikandin, li bajêr bû mijara henekan.

Peykerên bazinê hêsîr, zarokê ku di nava zebeş de, tîma folklorê ya govendê digerîne û kesê ku tepsiya qedayif nîşan dide ên li çar noxteyên xaçerêyê hatin çikandin, li ser hesabên medya civakî hatin parvekirin. Di parvekirinan de bertek nîşanî qeyûmê ku peyker dane çêkirin hat dayîn. Welatiyên ku çûn balafirgehê li hemberî dîmenên ku dîtin matmayî man û bi telefonên xwe wêne kişandin.

Bi milyonan pere xerc kirin

Rêveberiya qeyûm ji bo peykerên ku tu eleqeya wan bi çand û mîmariya Amedê re tune ne û xebatên peyzajê yên xaçerêyê 4 milyon û 412 hezar lîre xerc kir.

Peykerên ku bûn mijara axaftinê di twîtterê de xaleke rojeva sereke bûn. Bi taybetî zarokê ku di nava zebeşî de şibandin damezrînerê Çîftlîk Bankê Mehmet Aydin ê bi 500 milyon lîreyan ve winda bûyî.

Bila alem zebeşan bibîne!

Ji bo peykerên pênasekirinên wek “sosret” hatin kirin. Şaredariyê wêneyê peykerê zebeş parve kir û wiha got: “Hûn jî wêneyekî zarokê xwe yê bi zebeşê Amedê ve hatiye kişandin bişînin ku em biweşînin. Bila alem zebeşan bibîne.”

Bikarhênerên medya civakî diyar kirin ku tu eleqeya peykeran bi çand û mîmariya bajêr re nîn in û xwestin ku peyker bên rakirin.

Bertek û henekên hatine kirin wiha ne:

“@eylulbirsus: Bawer im Melîh Gokçek weke qeyûm tayînî Amedê hatiye kirin.

@Cumadass: Ev peykerên ku tu eleqeya wan bi estetîkê re tune bi pêkonokan nikarin bên aşkerakirin. Ev hemû karên qeyûman zêdekirina fatûrayan e.

@gezgin_ruh9: Qaşo ev tiştê sosret yê danîne xaçerêya Balafirgeha Amedê, ji bo vî bajarî temsîl bike danîne.

@unplugged61: Ev tiştê sosret li xaçerêya Balafirgeha Amedê hatiye danîn! Rezalet di destê wan de maye! Hûhû!”