În, Nîsan 16, 2021

Qeyûmê Farqînê tabelaya bi kurdî rakir

Bêtehemuliya li kurdî ya qeyûmên li aliyê dewletê ve tayînî şaredariyên HDP/DBP’ê hatine kirin didome. Beriya niha, qeyûmên li ser şaredariyên bajarên Bedlîs, Wan, Sêrt û Mêrdînê tabelayên pirzimanî rakiribûn li cihê wan tabelayên bi tirkî danîbûn. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamayayê (MA) qeyûmê li ser şaredariya navçeya Farqînê ya Amedê, tabelayên pirzimanî (kurdî, îngilîzî, tirkî) yên li têketin û derketina navçeyê rakirin û li şûna wan tabeleyên tenê bi tirkî danîn.

Tabelayên pirzimanî rakirin

Beriya ku qeyûm tayînî şaredariya Farqînê bê kirin, hevşaredarên wê demê yên DBP’ê tabeleyên bi kurdî, tirkî, îngilîzî yên li ser “Hûn Bi Xêr Hatin Farqînê” nivîsandî li têketin û derketina navçeyê danîn. Lê piştî ku di sala 2016’an de qeyûm li ser şaredariyê hat tayînkirin, ev tabela hatin rakirin.

Tabelaya bi tirkî ya li têketin û derketina Farqînê hatin danîn

Tenê bi tirkî

Roja 6’ê nîsanan vê mehê bi fermana qeyûmê li ser şaredariya Farqînê Mûrat Ozturk li şûna tabeleya pirzimanî tabeleya tenê bi tirkî “Silvan’a Hoş Geldiniz” li têketin û derketina navçeyê hat danîn. Li ser hesabê medyaya civakî yê qeymeqamiya Farqînê ji bo danîna tabelayan wiha hat gotin: “Ji aliyê Amed û Êlihê ve li têketina navçeya me, ji aliyê şaredariya me ve “Hûn Bi Xêrhatin Farqînê” xebata tabelaya bironî hatiye kirin.”

Hevşaredarên hilbijartî yên Farqînê bertek nîşan dan

Li ser vê guhertinê, hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abas Hîlmî Azîzoglû yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, têkildarî mijarê axivîn. Hevşaradaran diyar kir ku tenê ne îro, bi salan e çand, huner û zimanê kurdî tune dihesibînin. Hevşaradaran bi bîr xist ku di nav salekê de 3 qeyûm hatine ser vîna gelê Farqînê û qeyûmên beriya niha jî Saziya Jinan a Meyayê, Saziya Ziman a Farqînê, Saziya Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş bi destê qeyûman hatin girtin.

Hevşarandar Toprak û Azîzoglû di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Tevî ku gelê Farqîn ji sedî 100 kurd e, îro jî qeyûmê nû tabeleyeke ku yek peyveke kurdî tê de tune ye li navçeyê datîne. Ev tê wateya nenaskirina kurdan û zimanê wan. Em jî vê tunehesibandinê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibêjin pirzimanî, pirçandî û hebûna zimanê kurdî…”

AMED