23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qirêjbûna avê xetereyên mezin bi xwe re tîne

Tirkiye ev 5 meh in ava çemê Firatê li ser herêmê biriye û ji ber wê ava çem kêm bû û qirêj bû. Her wiha ji ber gemarbûna avê û ji ber ku şênî ava vexwarinê yekser ji çemê Firatê peyda dikin, gelek rewşên jehrbûnê derketin holê.

Li gorî daneyên navenda tenduristiyê ya navçaya Qinayê di vê mehê de 350 kes bi jehrê ketin û 250 kes jî bi zikçûnê ketine. Di meha Gulanê de 300 kes bi jehrê ketin û 270 kes jî bi zikçûnê ketin. Her wiha di meha Hezîranê de 400 kes bi jehrê ketin û 325 kes jî bi zikçûnê ketin.

Şêniyê bi navê Mihemed Faris ê ji gundê El-Cede yê başûr rojavayê Kobanê ji ber ava çemê bi jehrî bûye û niha li navenda tenduristî ya Qinayê tê dermankirin axivî û wiha got: “Êdî jiyana me di nava xetereyê de ye. Ji ber ava gemar me gelek zirar dît, mîdeya me li hev dikeve, em vedirşin ji ber ku tê de kurmik hene. Em nikarin ava bîran jî vexwin ji ber ku şûr e. Em hêvî dikin ku ava çemê Firatê careke din biherike da ku ji vê kerasetê xilas bibin.”

Bijîşk û Gerînendetiya navenda tenduristiyê ya navçeya Qinayê Umer Feyad der barê mijarê de wiha axivî: “Her sal vê demê şênî bi jehrî dikevin. Lê îsal ev diyarde zêde bûye. Ji ber ava bîrên herêmê şûr e, şênî ji çemê Firatê ava vedixwin ku ji ber birîna avê ji aliyê dewleta tirk ve qirêj bûye.”

Feyad axaftina xwe wiha domand: “Çareseriya yekane, paqijkirina avê bi rêya kilorê ye, eger ev yek pêk nehat bûyerên jehrîbûnê di rojên bê de wê zêdetir bibin. Ji ber ku di vê mehê de hejmara bûyerên jehrîbûnê ji meha derbasbûyî zêdetir e. Şênî jî nikarin ava bîran vexwin ji ber ku gelek şûr e.”

Omer Feyad bang li şêniyan kir ku bi awayekî yekser avê ji çemê venexwin ji ber ku li ser jiyana wan xetere ye û zêde xwarinê çênekin tenê têra rojekê çêkin ji bo ku xwarina zêde telef nebe û zirarê negihîne wan.

Her wiha Feyad bang li rêxistinên hiqûqî kir ku mudaxele bikin da ku ava çemê Firatê careke din biherike ji ber ku jiyana bi hezaran sivîlan ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker di nava xetereyê de ye.