25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qirkirina pezkoviyan derxistin îhaleyê

Ji ber nêçîra ku li hemberî wan pêk hatiye koka hin cureyên sewalan qeliyaye û tenê di pirtûk û belgefîlman de navê wan derbas dibin. Ji bo ku pêşî li qirkirina sewalan bê girtin, hem li qada navneteweyî û hem jî li Tirkiyeyê peyman hatine çêkirin û bi van peymanan nêçîra sewalan hatiye qedexekirin.

Li gel qedexeyê jî di bin navê turîzmê de li gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê nêçîra sewalan tê kirin. Herî dawî jî li Dêrsimê ji aliyê Herêma 15’emîn a Midûriyeta Wezareta Daristan û Çandiniyê, ji bo nêçîra pezkoviyan îhale hat vekirin. Li 8 herêmên Dêrsimê ji bo nêçîra 17 pezkoviyan îhale hat kirin.

Di sala di 2019’an de jî hem bi destûra dewletê hem jî beyî destûra dewletê gelek pezkovî hatibûn kuştin. Ev jî bûbû sedema bertekan û li bajar ji bo qedexekirina nêçîrê kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Di encama van bertekan de bi îmzeya waliyê Dêrsimê Tûncay Sonel, hemû xebatên nêçîrê yên li bajêr hatibûn qedexekirin.

Bi berpirsyarî tevnagerin

Berdevkê Lijneya Parastina Mûnzûrê Hesen Şen jî der barê mijarê de axivî û diyar kir ku Midûriyeta Daristan û Hawirdorê ya Bajêr, di mijara venêrîna parastina sewalên kovî de berpirsyariya xwe bi cih nayne. Şen, destnîşan kir ku keya, şaredarî û qerekol ku dikarin pêşî li nêçîra pezkoviyan bigirin jî, bi xemsarî tevdigerin û mudaxaleyî rewşê nakin. Li ser medyaya civakî jî vekirina îhaleyê bû rojev û gelek kesan li ser hesabên xwe bertek nîşanî îhaleya wezaretê dan. Li gel bertekên ku hatin nîşandan jî der barê betalkirina îhaleyê de ji hêla rayedarên wezaretê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. DÊRSIM