19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Qulingên Rewanê’ der çû

Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû ya bi navê “Qulingên Rewanê-Dengbêjî û Sazbendiya Kurdên Qafqasyayê” çap kir. Nîvîskar Polat Can di vê pirtûkê de berê xwîneran dide dengbêj û kilamên Rewanê.

Weşanxaneya Sîtavê pirtûka “Qulingên Rewanê” wiha dide nasîn; “Kilam û stranên kurdî, nirxên me yên herî buha û pîroz in. Dengbêjiya kurdî çand, huner, dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar, dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna me parastine.

Di serî de hevpeyvîn li ser jiyan û berhemên dengbêj û sazbendên wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Rizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl û bi dehan dengbêj û sazbendên din di vê berhemê de cih digirin. Ev berhem ji bo naskirina dengbêj û sazbendên Kafkasyayê berhemeke herî baş û kêrhatî ye. Hûnê bi devê wan, wan nas bikin bê ka ew kî ne û çi kar û xebat ji bo çanda kurdî kirine.”