20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên qirkirina Enfalê hatin bibîranîn

Di salên 1986-89’an de bi destê Sedam Hisên û hevakarên wî, bi navê ‘Operasyona Enfalê’ bi rêzekomkujiyan zêdetirî 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Îro salvegera Enfalê ya 33’yemîn e û bi vê boneyê li Germiyan û Çemçemala başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Malbatên enfalkiriyan li Kerkûkê daxuyanî dan û DBP’ê jî bi daxuyaniyekê kesên hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Li goristana Enfaliyan a li gundê Dêbne ya ser bi bajarokê Rizgarî yê ser bi Germiyanê ve û li goristana Enfaliyan a li navçeya Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê ve, qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Ji bo bibîranînê merasîmek hat lidarxistin û malbatên kesên hatine enfalkiriyan bang li hikûmetê kir ku biryara Dadgeha Bilind a Sûcan a li ser jenosîdê bi cih bînin.

Li Germiyanê ji bo bibîranîna qurbaniyan, pêşangeheke wêneyan hat vekirin û saziyên sivîl û dezgehên hikûmetê tacegulên xwe danîn ser bîrdariyê.

‘Biryara dadgehê bi cih bînin’

Di merasîmê de li ser navê malbatên kesên hatine enfalkirin Elî Derwêş axivî û wiha got: “Em bang li hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê dikin da ku girêdayî qanûnan bin û biryara Dadgeha Bilind a Sûcan a li ser jenosîda gelê me bi cih bînin.”

Kerkûk

Li Kerkûkê daxuyanî hat dayîn

Her wiha bi heman armancê li Kerkûkê jî malbat û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên malbatên Enfaliyan wiha rêz kirin:

-Divê kesên navê wan li Dadgeha Bilind wek sûcdar hatine diyarkirin, bên darizandin û ceza li wan were birîn.

-Di Gulana 2007’an de bi fermî biryara binçavkirina 323 sûcdarên Enfalê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat eşkerakirin. Em bang dikin ku kesên sûcdar li qada navneteweyî jî werin darizandin.

-Pêwîst e sedema nebûna navê lîsteya sûcdaran were zelalkirin.

-Divê sucdarên Enfalê li saziyên hikûmeta herêmê weke sûcdar bên dîtin.

-Pêwîst e serokkomarê Iraqê bi navê dewleta Iraqê lêborînê ji hemû qurbaniyên Kurdistan û Iraqê bixwaze.

-Bila hemû lîsteya mûçeyê şehîdan, jenosîd, birîndarên çekên kîmyawî, girtiyên siyasî û pêşmergeyên dêrîn were belavkirin. Ev yek ji bo ku gendelî û navê sûcdaran ji wan lîsteyan were paqijkirin pêwîstiyek e.

DBP’ê şehîdên Enfalê bi bîr anîn

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniykê şehîdên qirkirina Enfalê bi bîr anîn. DBP’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku dema qirkirinê çeka kimyewî hatiye bikaranîn û sala 2010’an di serî de Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, parlamentoyên Norwêç, Swêd û Îngilistanê qirkirina kurdan nas kiriye. Di bedewamê de hat diyarkirin ku qirkirina Enfalê wekî sûcê li dijî mirovahiyê di bîra mirovahiyê de hê jî birîneke nekewiyayî ye.

Qirkirina li ser kurdan didome

Di daxuyaniya DPB’ê de êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser bajarên kurdan hat bibîrxistin û hat gotin ku hişmendiya Sedam hê jî li ser kurdan didome lê kurdan li dijî vê hişmenidyê di serî de li Kobanê li Rojava nîşan dan ku kurdan rejîma DAÎŞ’ê têk biriye.

Herî dawî hate diyarkirin kurd tu caran wê ji têkoşîna xwe ya biheq bi paş ve gav neavêjin û şehîdên 14’ê Nîsanê Qirkirina Enfalê hatin bibîranîn û berpirsên qirkirinê hatin şermezarkirin.