20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên Roboskê hatin bibîranîn

Di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê, balafirên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bombe li roboskiyan barandin û 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Li gel ku bi ser bûyerê re 8 sal derbas bûn jî heta niha ne berpisyarek hatiye darizandin û ne jî kes hatiye girtin.

Dema ku bûyer pêk hat, serokwezîrê demê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku wê destûr nedin bûyer di qorîdorên Enqereyê de winda bibe. Erdogan paşê van gotinên xwe daqurtand û kesên ku ev bûyer bi destê wan pêk hatibû xelat kir û di leşkeriyê de payeyên bilind da wan.

Bi munasebata salvegera komkujiyê, di 28’ê Kanûnê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes berê xwe dan Roboskê û qurbaniyên komkujiyê li ser gorên wan bi bîr anîn.

Kurd hê jî tên qetilkirin

Li ser goristanê parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu ku di komkujiyê de birayekî wî jî jiyana xwe ji dest dabû, axaftinek kir. Encu sozên ku ji bo ronîkirina komkujiyê ji hêla rayedaran ve hatibûn dayîn, bi bîr xist û diyar kir ku yek soz jî bi cih nehatiye û hê jî kurd tên qetilkirin.

Desthilata AKP’ê ku wê demê qaşo sozên ronîkirina komkujiyê dabûn û hin raporan amade kiribûn, ji bo salvegera komkujiyê daxuyaniyek jî neda.