19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên Roboskiyê hatin bibîranîn

Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk bombe barandin û di encama êrîşê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 10’emîn a komkujiyê 34 qurbanî li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn. Beriya bernameya bîranînê malbatên Roboskî wêneyên qurbaniyan dan destên xwe û meşiyan goristanê. Malbatên Roboskî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê û bi sedan kes beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Bernameyê ji bo bîranîna qurbaniyên Roboskî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Divê kujer werin darizandin

Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û wiha got: “Êdî li ser vê axê taqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibe em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî destnîşan kir ku îro wan dixwest ne bi qerenfîlan lê bi edalata di destê wan de werin Roboskiyê û wiha axivî: “Rêya pêçandina birînan di bicihanîna hiqûq û edaletê de derbas dibe. Ji bo ku birîna Roboskî were kewandin û rondikên çavê dayikan bisekine em ê têbikoşin.”

Edalet were Roboskî

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî da zanîn ku dosyeya faîlan di qeydên dewletê de veşartî ne û ev tişt anî ziman: “Heta îro em li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Faîl diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskî kes nikare behsa edaletê û helaliye bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê.”

Pêkhatina heqîqetê

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ya ku ji Komîsyona Baweriyan a HDP’ê Berpirsiyar e jî axivî û destnîşan kir ku divê heqîqet derkevin holê da ku bêedaletiya li Roboskiyê bi dawî bibe.

Heta edalet neye Roboskiyê helalî pêk nayê

Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt anî ziman: “Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ku kî vê komkujiyê pêk aniye. Aşkeranekirina berpirsiyaran û kujeran êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin ‘em ê kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin’. Dibêjin ‘em mêtinger in û hûn koleyên me ne’. Ev yek çareserî nayne. Tenê ne ciwanên Roboskî hatin parçe parçe kirin, gelê kurd û cîhan hatin parçe parçe kirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa helaliye dikin divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dêrsimê bidin û wisa helaliye bixwazin. Birêz Ocalan got daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan kiribû. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî berdewamiya tasfiyeya siyaseta gelê kurd e û dixwazin bi vê komkujiyê kurdan û tirkan bidin şerkirin. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin wê ne edalet were Tirkiyeyê û ne jî wê helalî pêk were.”

Cilên me reş in û dile me şa nebûye

Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku yek ji wan malbatên qurbaniyan e jî wiha axivî: “Di van deh salan de me gelek komkujiyan dît. Me di van salan de hestên xwe û nêrînên xwe ji raya giştî re aşkera kir. Lê heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Em reş lixwe dikin. Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew e ku zêdetir xwedî derketinek ji bo malbatên Roboskî derkeve. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me serî lê neda lê mixabin tu encam derneket. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê dê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.”

Em ê helal nekin

Ferhat Encu nameya Serokê Roboskî-Derê ya bi KHK’ê hat girtin Velî Encu yê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê girtî ye xwend. Velî Encu di nameyê de dibêje ew ê bi kesên ku li Roboskiyê sîtila zilm û bêedaletiyê didin kelandin re li hev neyên û helaliyê nekin. Encu di nameyê de diyar dike ku ew ê wek malbatên Roboskî bibin kelemê çavê berpirsiyarên Komkujiya Roboskî û dê her têkoşîna xwe bidomînin û destnîşan kir ku ew carek din bi êş û kul dibêjin ku deynê wan edaletê ku bidin 24 qurbaniyên xwe heye.

Piştî axaftinan li ser goran dua hatin xwendin û beşdaran qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyên û merasîma bîranînê bi dawî bû.