Monday, September 20, 2021

Qurinc

Nizanim we qet derdê gurincê (qurînce-qurîncok) dîtiye yan na.
Yan jî qurinc çi ye?

Wele ku bi binê lingê mirov ve diçe, jan dide kezebê. Di sola re jî diçe, ku ket binê şimikê bi salan jî dernayê, ku te pê li ciyekî hişk an pê li kevirekî kir, axînê dide dil, kulîlkeke wê ya zer î xweşik heye ku dilê mirov dihelîne, lê diriyên wê dilan disojin. Tew ku goreyan zeft bike, de ka tu dikarî paqij bikî. Yanî qurinc, stiriyek, dirîyek bi bela, mîna Dirriyê Çalo ye. Bela serê zevî, baxçe û cotkar û baxçevanan e.
Wek belaya civakî; xayîntiya hundirîn û bêtifaqiyê.
Qey bang, peyam û wateya xweparastinê yan jî ya xerabiya mirovî edoqewmiyê ye.
De hesab û bijartin li ba we. Ê min peyama xerabî ya edoqewmiya merivantiya kurdan dide min, weke dexesiya bira yan birakujiyê.
Tovê wê jî qir nabe, bi her awayî xwe dide jiyîn. Wek qarûş an firêzê.
Wisa bi girik e ku di her şert û mercî de dijî. Qet tu fersendê ji dest bernade. Na bi cot an jî tevirê erd an baxçe terk nake. Bes ku axê bibîne, bi evînî xwe lê dipêçe, çi bi pelekî xwe yan jî bi tovekî hişk, wî tovê ku bi diriye xwe janê dide dil, dil disoje. wele bi bayê jî dikare bibe mêvanê zeviyê. Bi ber cot û bi tevir divê tu yeko yeko bidî hev û ji qada xwe, ji baxçeyê xwe bi dûr bixî. Her roj divê çavên te li ser be, yan na hasilê li te dike jehr, jixwe dadana ling û tiliyan jî zêdeya ser kezebê. herê lo eynî mêtingerî, xwînmijî. Divê berxwedan bêmolet be. Qurinc, beleya mezin.. Yên ku derdê wê nedîbe nizane, êşa wê wek êşa bindestiyê ye.

Îja ev ne wek xiyanet, gelac û kurmê darê ye, çi ye!

Wele qurinc eynî xwefiroşiya kurdan, sîxurî, cerdewanî û çeka birakujiyê yan jî birakujî ye. Bi Xwedê werê, bawer bin. Ev mînaka dubendiya navxweyî ye, diyariya xwezayê ku peyamê dide, wek gelek peyaman. Herê, qurinc dexesiya bira, genîtiya gelîtî, edoqewmiya ku dilê neyar xweş dike ye. Bi ya min qurinc guleya ku ji piştê lê mirov dikeve yan xencera ser dil, an satora ku ji pişt, guleya ku ji pişt li stû dikeve, ku kurdên Bakur vê qenc dinasin. Belê berxwedanê ew wek DAÎŞa hov dehf da, lê ya hundirîn. ew ê jî biqede.
Ê de heyra ma ev çend sedsal in ku ev qurinca ser dil, birakujî didome û nanê genim tim dide neyar û mêtingeran. Ma ne bes e loo!

De ka em çavêkî bi tenê li du sed saliya dawîn a civaka xwe, berxwedana wê bidin. Welehî bes e, eyb e, şerm e lo! Êdî ji xwe re bin wî, bibin xwe!
*Di serhildana Mihemedê Rewandûzî de; şaşiya qetilkirina êzdiyan, guhdarkirina miftiyê ku osmaniyan şandibû û ku her û her digot “tu bi Xelîfe re şer dikî ev gunehê mezin e” û bi baweriya soza osmaniyan a Bedirxan Beg ku jê re digotin “bila Rewandûzî têk biçe em ê te bikin qralê Kurdistanê” ka me çi ders jê girt!
*Di serhildana Bedirxan Beg de hewldana Izetîn Şêr, li gel osmaniyan li hemberî apê xwe şer û encam..! Tew ji aliye beg ve qetilkirina nasûrî û êzdiyan, kemîneke din e.. Encam têkçûn û sirgûna Girîtê.
*Di serhildana Şêx Ubeydullah de; ligel durûtiya dewletên mezin bawerî bû xefik ku pelê Qur’ana Pîroz osmaniyan xistin serê rimên leşkerên xwe, ber li binketinê kola. Nizanim wek gel me çi ji vê fêhmkir û çawa nirxand, çi encam jê derxist, loma ev xefik her tim li ber me ye û em her û her dikevinê.
*Di serhildana Şêx Seîdê Pîranî de; ligel neyîniya helwesta bawermendên kurd, îxaneta hundirîn ya Qasimê hevl(r)ing dawî li serhildanê anî. Dîsa qurinca nav malê ya hundirîn..!
*Di serhildana Dêrsimê de li gel qelsiya yekitiyê îca jî îxaneta Rêberê birazê, qurinc rijandin ber lingan û kezeb şewitand.
*Û di her serhildanên nû û nûjen de jî, qelsiya yekitiyê, durûtiya dewletên mezin lê şewata dil a bi kizînîvan dîsa xete û feqên dubare-çendbare ve; van salên dawîn ev xefik û xete bi hezar şêweyî li pêşberî têkoşîna gel û a niha, îro..! Ê ka em çi bibêjin, de wele mirov fedî dike. Ma ewqasî xwe dubarekirina qurincan û gel û berxwedana gel çiqas paqij dike, naqedin..

Ma ne bes e!

Lê wele dê paqijkirin û tunekirina qurincan; bi hewldanên yekitiyê, sebr û aramiyê, rêxistinbûnê, lihevhatin-lihevkirin û perwerdeya ûjdanê heqîqetê ya dersjêderxistinên dîrokî her û her bidome. Îlim jî bes e ji birakujiyê re, bi tembîhên ku birakujî rê li ber netewîtiyê vedike qet nexapin ew şorên dilnexwaz û gelacan in. Em ê bigihên azadiyê, dem dema yekitî û azadiya kurdan e. Em her yek ji aliye xwe qurincan paqij bikin.
Yekitiya ji bo ziman û yekitiya ji bo azadiyê, ji bo Yekitiya Netewî!

Naveroka berêCîhan bûye warê penaberan
Naveroka ya piştî vêÛ Peyre Tu Tişt Nema!