25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qurmiçokên destên wan êşa wan vedibêje

Leyla Ayaz

Xizanî… hejarî… feqîrî. Gelo mirov dikare çawa pênaseya wê ya ku bandorê li tevahiya jiyana me, civaka me û erdnîgariya me dike, bike. Mijara xizaniyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e û di her serdeman de civak bi xizaniyê re rû bi rû mane. Piştî şoreşa sanayiyê û bi pêşketina makîneyan re karker bi sefalet û birçîbûnê re rûbirû man û vî tiştî bandor li tevahiya civakan kir û êdî hejariyê bi giştî di rojeva cîhanê de cih girt.

Li gorî çi û kîjan pîvanan xizanî… Pênaseyên ku tên kirin li gorî kes, civak, welat û parzemînan diguhere. Zêdebûna nifûsê, koçberiya bi zorê, hişkesalî, karesatên xwezayî, pirsgirêkên siyasî û civakî, cudakariya çînî ya di nav civakan de, belavbûna dahatê, qeyrana aboriyê, bêkarî û enflasyon yek bi yek dibin sedemên feqiriyê.

Dahat-mezaxtin û derfetên jiyanê (tenduristî, perwerde û xwedîbûn) ev rêbaz hemû dibin pênaseya xizaniyê. Li her deverên cîhanê cihê xizanan diyar e, cihê ku lê dijîn jî bi awayekî bi pergal û bi zanetî tên sazkirin û ev cih li wan tên ferzkirin. Kesên hejar û malbatên feqîr li taxên xizan digihêjin hevdu û li vir dibin parçeyek. Ev tişt wek nasnameyekê ji wan re dimîne. Xaniyên xirab, karên herî nebaş, muçeyên herî kêm û standarta jiyanê ya herî kêm dibe para wan.

Gelo hêz û rêbazên çareseriyê nîn in?

Di vê serdemê de ev bajar û welatên ku bi avahî û balexaniyên xwe navdar in, bi pêşketinên xwe yên bajarvanî û dewlemendiyê pesnê xwe didin û rastiyê vedişêrin. Bajarên ku pesnê wan tê dayîn û bi îhtişam li ser pişta wan xizanan hatine avakirin û sazkirin. Kesên ku di avakirina wan cihan de ked dane piştre jî nikarin di ber deriyên wan avahiyên bi îhtişam re derbas bibin. Ji ber ku xizan in û ne li gorî çîna wan in, ji bo wan kesan ev kes tenê karker û kesên feqîr in. Bi pêşdarazî nêz dibin, biçûk dîbînin û her wiha tiştê herî balkêş jî ji bo wijdanê xwe rihet bikin jî alikariya pere, cil û berg û xwarinê dikin. Qaşo bi vî rengî jî wezîfeya xwe ya li hemberî civakê tînin cih.

Ev tişt ne bi serê xwe pêk tê, pergala serdest a bi hezar salan li ser vê hîmî zîhniyeta xwe xurt dike. Li aliyekî xizmetê dide aligirên xwe yên ku zîhniyeta wan diparêzin û ji aliyekî din ve jî hemû beşên civakê tînin pêşberî hev. Ev tişt bi organîze pêk tê. Polîtîkayên ku wê hişmendiyê diparêzin bi taybetî naxwazin pirsgirêka xizaniyê çareser bikin. Dewlet bi pakêtên sînordar, dayîna alîkariya pere ya demdemî û veqetandina bûdçeyeke kêm civakê dixapîne. Gelo hêz û rêbazên çareseriyê nînin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin?

Divê jin bi rola xwe rabin

Piştî ku li tevahiya cîhanê der barê feqîriyê de lêkolîn zêde bûn, derket holê ku koma herî zêde xizaniyê dijî jî jin in û her wiha koma herî bi dezavantaj in. Cudakariya çînî, netew, ziman, ol û newekheviya di navbera zayendan de bi tevahî dora jinan dorpêç kiriye. Ev tiştên ku jin her roj bi wan re rû bi rû dimînin derî li ber xizaniya jinan vedikin. Di jiyana rojane de ew yek bêtir zelal xuya dike.

Jina ku li malê di nav 4 dîwaran de bi xizan maye hewl dide ku ferdên li malê bide jiyîn. Ji ber ku berpirsiyariyeke wisa lê hatiye ferzkirin. Çi dibe bila bibe, di kijan şert û mercan de dibe bila bibe divê jin bi rola xwe ya di nava civakê de rabin. Di nav tunebûnê de hewce ye ku sêniyeke xwarinê dayne ber ferdên malbatê. Heman tişt ji bo jinên ku li derve dixebitin jî derbasdar e. Piştî wezîfeyên xwe yên malê xilas dikin ji bo debarê berê xwe dide derve… Jinên ku li kolanan bi komkirina gelaşê debara xwe dikin, jinên ku berê êvarê li bazaran li pey sebzeyên xirab dikevin…

Her jinek serpêhatiyek wê heye

Keda jinan a ku li malê nayê dîtin, li qadên xebatê jî nayê dîtin. Li malê bi tundiyê re rû bi rû dimînin, li cihê kar jî bi heman tundiyê re rû bi rû dimînin. Li malê jî di destê wê de perê nîne, li cihê ku dixebite jî pereyeke kêm digire. Li mal û cihê kar newekhevî, di nav civakê de cudakarî û xizanî rastiya jinan e lê di nirxandin û şîroveyên ku giştî tên kirin de her tim koma ku nayê dîtin ya jinan e.

Her jinek serpêhatiyek û çîrokekê wê heye. Şopên serpêhatiyên wan li rûyên wan û li destên wan ên qurmiçî xwe didin der. Awirên çavên wan hêrsa wan a li hemberî jiyana ku li wan hatiye ferzkirin e. Bi qurmiçokên destên xwe û bi neynokên parçebûyî li dijî xizaniyê derdikevin.