25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qûsaî Ebaas: Tirkiye çekên qedexe bikar tîne

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Iraqê Qûsaî Ebaas, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ji RojNewsê re axivî. Ebaas, anî ziman ku Tirkiye çekên bi qanûnên navneteweyî qedexekirî li bakurê Iraqê bi kar aniye û got: “Me jî ji meqamên pêwendîdar gelek caran xwest ku di vê mijarê de lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin. Lê mixabin tiştek nebû. Hem Hewlêr hem jî Bexda li hemberî çalakiyên dewleta Tirk bêdeng in.”

Hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî li ser heman mijarê ji RojNewsê re axivî û ev tişt gotin: “Li gorî nûçeyên navneteweyî û medya cîhanê, dewleta tirk ji meha gulanê ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Haya hikumeta Iraqê ji vê rewşê heye.”

Selman, bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên pêwendîdar ên li Iraqê kir ku bûyerê li cih lêkolîn bikin.