26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rabirdûya balîfekî û afirîneriya ji bêderfetiyê

Balîf amûreke wisa ye ku di jiyana mirov de cihekî gelek girîng digire. Bi qasî kincên li ser mirov nebin jî balîf jî şahidiya beşeke mezin a jiyana mirov dikin. Bi roj weke sîtûnekê ji mirov re dibin piştek û bi şev jî dibin barhilgirê giraniya ser, xewn û xeyalên mirov. Mîna kamera û wênegirekê jiyana mirov resm û qeyd dikin û bi qasî dengirekê jî guhdariya fikir û xeyalên mirov dikin. Lê ji ber ku zimanê wan tuneye nikarin tiştên dibînin û dibîzin bînin ziman.

Lê hin balîf hene ji ber şert û mercên dema çêkirina xwe rabirdûyeke wan a xurt heye. Yek ji van balîfan balîfekî li mala me ya gundê Fêra yê navçeya Farqîn a Amedê ye. Ev balîf di salên 1990’î de bi destê dayika min Aliya Esen hatiye çêkirin. Havînan li eywana mala me ya di navbera 4 odeyan de dirêj dibe, tê danîn. Zivistanan jî li “odeya biçûk” ku di nav malbatê de ji ber biçûkbûna wê ev nav lê hatiye kirin, tê danîn.

Têrnekirin bûye sedem

Hêta beriya çend mehan jî agahiya min ji balîfekî me yê wiha tunebû. Rojekê dema ez çûm malê, bi wesîleya paqijiya malê, dayika min ji min re qala vî balîfî kir. Got ku di salên destpêkê yên 1990’î de wê ew çêkiriye. Li ser pirsên min ên derbarê mijarê de piştre çû wan rojan. Destnîşan kir ku roja ku balîf ji mala me re çêkirine, hiriya wê têr nekiriye û bi kel û pelên kevn ên li malê balîfekî çêkiriye û bi salan e bi kar tînin.

Piştî ku min ev hîn kir, ji dayika xwe xwest ku bêyî min vî balîfî xera neke. Lewre rabordûya çend salan di vî balîfî de veşartî ye. Destpêka meha hezîranê rojek ku ez ne mal bûm, li gel hemû astengiyên dayika min jî xwişkeke min ji ber meraqa xwe ya zêde tîne balîfê ez gelek nirx didimê xera dike. Lê tenê bi xerakirinê dimînin û nav wî ji ber hişyariya min navêjin. Berê êvarê dema ku ez çûm malê dayika min agahiya xerakirina balîf da min.

Her perçeyî vedibêje

Bi vê agahiyê re ez gelek aciz bûm û min got, ‘Min ji we re negotibû bêyî min xera nekin û ji hev nexînin. We çima xera kir?’ Dayika min û xwişka min li ber dilê min dan û xwestin ku ez xwe aciz nekim. Ji bo ku hinek aciziya min dakeve gotin ku nav balîf navêtine û ji bo dîtina min hilandine. Li ser vê agahiyê hinek bêhna min hat ber min. Piştre em çûn binî sefa mala me û yeko yeko li kincên bi salan ên di nav balîf de nêrî.

Dayika min her carê radike parçeyekî kinc û çîroka wî ji min re vedibêje. Bi hurgilî qala her parçeyî dike û kincên kê bin diyar dike. Her wiha çîroka kirîn û kevnbûna wan jî ji min re vedibêje. Ne tenê kincên kirînê, kincên ku wê bixwe bi destên xwe çêkirine jî di nav balîf de hene. Yek ji van kincan gelek bala min kişand. Ev kinc jî pîjameyekê zarokan e. Dayika min bi destê xwe vî pîjamayî çêkiriye.

Kincên di balîf de

Ku ez dibêjin wê çêkiriye, şaş fêm nekin makîna dirûtinê ya dayika min tunebûye. Hemû kincên ku wê çêkirine û di nav balîf de cih digirin, bi derziya destan çêkirine. Belê ez qala wî pîjamayê ku bala min kişandî bikim. Devzendikên pîjama bi devê goreyekê hatiye çekirin. Li gorî agahiya dayika min da; perçeyê pîjama jî rûyê doşeka me ya kevn e. Ji ber tunebûnê, dayika min rûyê doşeka ku kevn bûye neavêtiye û pê pîjemayek çêkiriye.

Gelek kincên din jî di nav balîf de hene, hinek jî qala wan bikim. Bestika xwendekariyê ya kekê me yê mezin heye ku zêdetirî 20 sal in piyê wî bi malê neketiye. Ev bestik, me gelek xemgîn û ewqas jî kêfxweş kir. Dîsa çend boxçikên bûkaniyê yên dayika min, qazax, êlek, pantor, pîjema, etek, çîtik, fîstan, şalwarên jinan ên bi şev û roj bi wan kar hatiye kirin. Li gorî vegotinên dayika min; perçeyên fîstanên wê yên cîwaniyê yên beriya bizewice jî di nav balîf de ne. Ev parçe hatine qetindin û ji bo ku bibine ben li teşiyê hatine xistin.

Dîroka 50 salî

Bi kurt û kurmancî, heke em parçeyên fîstanên wê yên ciwaniyê esas bigirin, dayika min ji bêderfetî, dîrokeke nêzî 50 salî di vî balîfê me de hewandiye. Balîfê me yên bi pirtikên mirîşkan hatine çêkirin jî hebûne, lê ji ber ku ji zû ve wan winda kirine min ew nedîtine. Di vir de ji bilî dîroka di balîf de hilberîneriya jinê ya ji bêderfetiyan derfet diafirîne jî heye. Ji gelek kincên ku hatine ber avêtinê, bi destê jinekê amûreke ku bi salan hatiye bikaranîn hatiye çêkirin.