spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Radyoya Star FM: Dengê jinên Rojava ye

Radyoya Star FM’ê, di kanûna 2017’an de dest bi weşanê kir. Bi dirûşmeya “Dengê jin û jiyanê” li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo dest bi weşanê kir. Dema radyoyê dest bi weşanê kir, li navçeyên Çilaxa, Girkêlegê, Rimêlan û gundewarên wê dihat guhdarkirin.  Radyoya jinan e û hemû xebatkarên radyoyê jin in. Xebatkarên radyo bi hejmareke pir kêm û teknîkeke sînordarkirî dest bi weşanê kirin. Bi derfet û hewldanên xwe dest bi weşanê kirin û niha gihiştin asta ku li herêmek pir fireh weşanê dikin mezin bûne.

Di konferansa Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) ya dawî de, biryar hat girtin ku Radyoya Star FM derkeve asta herêma Cizirê. Piştî biryarê 6 mehan di milê teknîk, weşan û xebatkaran de xebat hat kirin. Ji bo pêlên weşana radyoyê ji Dêrikê heta Hesekê û Tiltemir belav bibe, xebat hatin kirin. Piştî ev xebat temam bûn, êdî bi awayekî fermî, dê di cotmehê de dest bi weşana nû bikin. Niha reklamên weşanê dest pê kiriye.

Bi hejmareke kêm û teknîka kêm dest bi weşanê kirin

Avakara Radyoya Star FM’ê  Avaşîn Hêlîn têkildarî xebatên radyoyê ya 4 sal berê bi hejmareke pir hindik dest bi weşanê kir, ji rojnameya me re axivî. Avaşîn Hêlîn, têkildarî xebatên radyoyê û serboriya wê wiha got: “Dema me nû dest bi weşana radyoyê kir, hejmara me kêm bû. Cara yekem radyoyeke jinan li herêmê dest bi weşanê kir. Me ewil bi çend kesan û bi çend bernameyan dest bi weşanê kir. Wê demê kesên pispor û ji weşangeriyê fam dike û fêrî me bike tune bû. Kesên ku pêşkêşvaniyê û teknîkê fêr bike tune bû. Kesên radyogerî çawa tê kirin û çawa tê rêvebirin fêr bike tune bû. Me xwe bi xwe fêr kir. Me bi hewladên xwe û tecrûbeyên rojnamevanên derdora xwe xebatên radyogeriyê pêş xist. Me bi nirxandin, rexne û pêşniyarên derve xwe pêş xist. Radyoyê wisa xwe bi rêxistin kir, xwe mezin kir û dest bi bernameyên cûr bi cûr kir. Me ji ekîbek pir biçûk û hejmarek pir biçûk, tecrûbeyên kêm dest pê kir. Lê bi demê re bi meh û salan re me xwe fêr kir. Me tora weşanê fireh kir û naverok xurt kir. Me hewl da xwe bigihînin hemû jinan û ferdên civakê. Me xwest em bibin deng û awazên wan, hest û rengê wan. Li ser vê hest û ramanê me bername li xwe zêde kirin.”

Hemû xebatkarên wê jin in

Avaşîn Hêlîn, li ser bernameyên nû û xebata nû jî rawestiya û wiha axivî: “Radyoya Star FM’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn radyoya jinan e. Hemû xebatkarên wê ji jinan pêk tê. Radyo bi 2 zimanan weşanê dike. Zimanê kurdî esasî ye, nûçe bi zimanê erebî jî têne pêşkêşkirin. Di nava hemû bernameyan de 2 bernameyên erebî, dosyayên taybet  ên erebî jî hene. Ji ber ku herêmên em lê dijîn pêkhateyên suryanî jî hene, me salek berê bernameyeke bi zimanê suryanî jî li bernameyan zêde kir.”

Radyoya jinên herêmê ye

Hêlîn, anî ziman ku di radyoyê de 23 bernameyan wan hene û wiha berdewam kir: “Bernameyên me der barê mijarên tenduristî, civakî, çandinî, jin, zarokan de hene. Dîsa danasîna gund û bajaran heye. Bernameyên helbest û çîrokan hene.”

Hêlîn, li ser hedef û armanca radyoyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Me xwest em ewilî bibin dengê gelê Cizîrê û piştre jî bibin dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelek nêrîn û pêşniyaz ji me re tên. Rojnamevanên jin, jinên ku li me guhdar dikin gelek tiştan ji me dixwazin. Li ser daxwaza jinan me tora radyoyê mezin kir. Me kir radyoya herêma Cizîr.  Rast e em xebatkarên vê radyoyê ne. Lê radyo ya vî gelî û vê civakê ye. Radyo êdî radyoya jinên vê herêmê ye. Nêrîn, daxwaz, êş û şahiyên xwe heta astekê bi mere parve dikin. Gelek jin dixwazin werin xebata radyoyê bikin. Mînak, mamosteya jineolojiyê hat xwe pêşniyar kir û dest bi bernameya jineolojiyê kir. Ji bo bernameya dîrokê mamosteyeke jin xwe pêşniyaz kir û dest bi bernameyê kir. Ji bo bernameya çîrokan kesek di nava hunerê de cih digire xwe pêşniyar kir û dest bi bernameyê kir. Gelek pêşniyazên cûr bi cûr tên kirin. Dixwazin bernameyeke li ser jinên ezîdî li bernameyan bê zêdekirin. Dixwazin bernameya zarokan jî li bernameyan bê zêdekirin. Êdî jin li radyoyê xwedî derdikevin û radyo aydî xwe dibînin. Ji ber radyoyê aydî xwe dibînin, her dixwazin radyo pêş bikeve. Hem guhdarî dikin, hem dişopînin.  Armanca me ya esasî jî ew e ku jin xwe di radyoya Star FM’ê de bibînin. Dîsa civaka ku em di nav de dijîn xwe di radyoyê de bibînin. “

Piştî şoreşa Rojava radyogerî jî pêş ket

Hêlîn, li ser rewşa radyoyên li herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyê ji ev agahî dan: “Berê li her malê radyo tune bûn. Kalik û pîrikên me digotin ‘Berê li her malê radyo tune bûn. Ji ber pir buha bûn radyo kêm bûn. Lê her malê dixwast radyoyeke wan hebe.” Digot: “Li her gundekî tenê 1-2 radyo hebûn. Ew radyo jî li cihê herî bilind û xweş ê radyo dihat bicihkirin. Wiha guhdarî qutîka radyoyê dikirin. Wê deme jî ziman û çand qedexe bû. Wê demê li bernameyên kurdî yên radyoyên Erîvan, Bexda û Qahîreyê guhdar dikirin. Rojê di navbera 15-30 deqîqeyan an jî saetekê weşan dikirin. Wê demê girîngî û bandora radyoyê gelek gelek zêde bû. Bi saya wan radyoyan çand, ziman, stran û zimanê kurdî hat parastin. Lê piştî tevgera azadiyê pêş ket, radyovanî jî di nava ragihandina azad de cihekî taybet girt. Li Rojava jî piştî şoreş pêş ket, wekî her sazî û dezgehê, radyoyan jî xwe bi rêxistin kir. Radyo hatin avakirin û xwe bi rêxistin kirin. Li her herêmê radyo hatin avakirin. Radyoya Dengê Cûdî yekemîn car hat avakirin û dest bi weşanê kir. Li Qamişlo ji aliyê ciwanan ve hat sazkirin. Piştre Kobanê FM, Xabûr FM, Waşûkanî FM û herî dawî jî li Dêrikê Dîcle FM dest bi weşanê kir. Radyoya Dengê Rojava dest bi weşanê kir. Niha li hemû herêma Rojava weşanê dike. Dîsa bi dehan radyoyên cuda li herêmên biçûk hatin vekirin. Star FM jî çar sal berê yekem car ji aliyê jinan ve hat avakirin. Yekemîn radyoya jinê ye. Mîrateya şoreşa Rojava û encama têkoşîna jinên Rojava ye. Dîsa xeyal û hêviya bi dehan jinên rojnamevan e. Dixwestin radyo, ajans û televîzyoneke wan hebe. Ev hemû pêk hatin. Lê hinekan ev yek nedît û şehîd ketin. Lê hinekên ku ev xeyal kirin îro vê xebatê dikin û di navde dijîn. Ev jî dibe hestek cuda ku mirov nikare pênase bike.“