24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rageşiya li deryaya Spî

Li hemberî israra Tirkiyeyê ya berdewamkirina binpêkirinên li rojhilatê deryaya Spî, Ewropayê bi rêya niyeta xwe ya ferzkirina cezayan û tevgerên Fransa-Yewnistanê yên pêşîgirtina planên Tirkiyeyê li deryaya Spî, bersiveke hişk da. Di heman demê de, Yewnanistanê hejmareke mezin a keştî û noqavan şand deryaya Spî û deryaya Îcayê. Her wiha hêzeke deryayî ya zêde şand girevên nêzî girevên girêdayî Tirkiyeyê, da ku di dema rûdana şer de biparêze. Her wiha li Yewnanistanê behsa kirîna balafirên şer ên Fransayê yên cureya “Rafale” dihate kirin.

Tevî ku Tirkiye li ser gefên Ewropayê paşde vekişiya jî lê medyaya tirk dest bi belavkirina propagandaya komployên li dijî Tirkiyeyê kir. Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewletê ji bo wê erkê bi kar anîn, da ku bi hestên gel bilîze û piştgiriya gel ji bo derxistina şer li rojhilatê deryaya Spî bigire.

Îtalya, Fransa, Başûrê Qibrisê û Yewnanistanê ragihandibûn ku dê hemwextî çalakiyên Tirkiyeyê yên lêgerîna li gazê li herêma rojhilatê deryaya Spî, perwerdeyên leşkerî yên hevbeş li heman herêmê dest pê bikin.

Tirkiye gav paşde avêt

Di encama helwesta Yekitiya Ewropayê de ya piştgiriya Yewnanistanê, Tirkiye neçar ma ku gavan paşde bavêje û amadebûna xwe ya ji bo diyalogê destnîşan bike. Têkildarî rageşiya li deryaya Spî rojnameya El-Ereb jî di şîroveyeke xwe de wiha behsa vê mijarê kir: “Yewnanistan û dewleta tirk, li ser pêkanîna dan û standinan li hev kir ji bo ku asta rageşiya leşkerî ya li deryaya Spî sivik bikin.”

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg ragihand ku Yewnanistan û dewleta tirk têkildarî vê rageşiyê dê li navenda NATO`yê dest bi diyalogê bikin. Ji ber her du welat der barê sînorên deryayî û mafên lêgerîna gazê de li hev nakin.

Jens Stoltenberg duh gotibû ku Yewnanistan û Tirkiye ku her du endamên NATO`yê ne, têkildarî nakokiyên der bare madeyên enerjiyê yên li herêmê li hev kiriye û ji ber vê yekê ew ê bikevin diyalogê.

Her wiha daxuyandibû ku piştî dan û standina bi serokên Yewnanistan û Tirkiyeyê re her du  welatan li  hev kir ku  divê li navenda NATO`yê  dan û standin çêbe û mekanîzmayên pêşî li xetereya rûdana bûyerên li deryaya Spî derkevin holê.

Ev diyalog piştî wezîrê karên derve yê  Amerîkayê Mike Pompeo têkildarî vekirina rêyên dîplomatîk û sivikkirina nakokiyên her du aliyan  hişyar kir, pêk  hat. Ji ber van nakokiyan Yekitiya Ewropayê û dewletên nêzîkî herêmê neçar man destwerdanê  bikin. Yewnanistan, Îtalya û Fransayê ku her sê endamên NATO`yê ne, li heman herêma deryaya Spî tetbîqat li dar  xistin û Tirkiyeyê jî tetbîqatên deryayî li dar xist.