spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin revandina ciwanan berovajî bikin

Êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraq û başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta tirk rojane bombe li herêm û gundên başûrê Kurdistanê dibarîne.

Herî dawî dewleta tirk di 30’ê Kanuna 2021’an de dû ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ku bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a Hewlêrê, revandin. Dewleta tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revand û bir Tirkiyeyê.

Dixwazin berovajî bikin

Niha jî hinek îdiayên din derdikevin holê. Ragihandina PDK’ê bi hinek nûçeyan dixwaze, revandina ciwanan berovajî bike. Ragihandina PDK’ê dibêje, ew ciwan di dema qaçaxçitiyê de hatine girtin.

Yek ji ciwananê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye revandin Ekrem Xelîl Zikrî ye. Bavê Ekrem, Xelîl Zikrî li ser îdiayên ragihana PDK’ê ji ajansa ROJNEWS’ê re axivî û îdiayên ragihandina PDK’ê derewand.

Xelîl Zikrî wiha got: “Malbatek xelkê Suriyeyê ji 5 kesan pêk dihat, beriya ku zarokên me werin revandin, li ser sînor hatine binçavkirin. Lê niha hewl didin bûyerê bi hev ve girê bidin. Ti peywendiya kurê min bi wê malbatê re nînin. Dixwazin vê bûyerê bi qaçaxçitiyê ve girê bidin. Ev nûçeyên bi vî awayî ne rast in.”

Xelîl Zikrî di dewama axaftina xwe de dibêje; “Ti peywendiya malbata ji Sûriyeyê ya ku li ser sînor hatiye binçavkirin, bi me ve nînin, lê dixwazin vê yekê bi girtina zarokên me ve girê bidin. Nûçeyên bi vî awayî dûrî rastiyê ne û em red dikin.”

Hêjayî gotinê ye piştî her dû ciwan ji aliyê leşkerên tirk ve hatin revandin û birin Tirkiyeyê, gundê Dayla ya ser bi Herêma Biradostê duh ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye dorpêçkirin. Leşkerên tirk nahêlin kes ji gund û malên xwe derkevin.