Rojnameya Heftane

Raman, wêje û du lingên pînik ên mirîşkan

Dengbêj û hunermendê muzîka rapê Şakiro, di kilama EMRO de wiha dibêje: “Ez çûme Helebê dîkê serê sibê li min xul-xuland.” Li vir dîk qasidê berbangê ye.

Ger me bala xwe dabê, serçopîyên govenda Amedê, pîkolan dîkan dikin û hindik dimîne ku bifirin jî. Serçopî mina dîk huner û merîfetên  xwe  ji beşdarên govendê û temaşevanan re pêşkêş dike.

Nivîskar û helbestvanê îngilîz D.H. Lawrence ku Salih Agir Qoserî bi navê “Zilamê Mirî ” wergerandîye kurdî, bi vê metaforê dest bi romana xwe dike: “Gundîyekî nêzîkî kudsê, ji xwe re dîkekî hûrik û gevçilî peyde kiribû; her ku ber bi biharê ve diçû û darên hejîran dibişkivîn û êdî pelên xwe vedikirin, xeleka porteqalî dora stûyê dîk, ezametek mezintir dida wî cesûrtir xuya dikir.” Rê ji gotina zêde re nemaye.

Ji ber wesfên dîk ê wek çavdêrê civatê (cemhete) û parêzerê bawerîya xwe, li jora gelek kilîseyan (dêr) dîk çikandine. Dîk wiha danîne ku ba ji kîjan alî ve tê dîk berê xwe dide heman alî û ev yek jî tê wateya ku dîk li dijî nebaşîyê radiweste.

Di serdema şerê nav xwe yê li Spanyayê (1936- 37) de, di helbesta Jose Antonio Ferlosio ku Jacob Branting bi Den svarta tuppen (dîkê reş) wergerandiye swêdî de, du cure reng dane wan:

  • Dîkê reş, gava ku tu bang didî û dengê te tê me, roj dibe tarî û şev dide dû.
  • Lê çaxa ku dîkê sor bang dide em dibin şahidên berbang û ronahî bi dûv de.

Trabadurê swêdî (ku bi eslê xwe holandî ye) Cornelios Wreswîk jî dîk û mirîşk kirine rojeva xwe. Ji ber kêf û kirinên xwe nav li dîk nekiriye lê navê mîrîşkê ”Magda” danîne. Ma ne jixwe, mirîşk hêkan dike, kurk dikeve, xwedî li çêlîkên xwe derdikeve û…

Gelek pesin û saloxên dîkan hene. Mîna Keyên ku peykerên wan li hemû bajar û bajorêkên cîhanê hene, dîk jî patrîarkal e.

Şexmûsê Hesarî yê ji Xerzanê, ango helbestvanê me yê hêja û naskirî Cegerxwîn, bi saloxdanên dîk, çûk û ajalên din, pêwendîyên polîtîk, civakî û psîkolojîk ên serdemeke kurdan vedibêje.

Havîna par, dema ku li Kitêbxaneya Kurdî – Stockholmê, beşdarî civîna nasandina pirtûkan bûm. Ev helbesta li jêr hat bîra min û çaxa min helbest xwend, ne tenê Kurdistan lê careke din Stockholm hat hişê min. Îca rê bidin min ku ez bi helbestekê dawî li nîvîsa xwe bînim û Cegerxwîn jî bi bîr bînim bi  çend malikan ji helbesta wî.

AZADÎYA DÎK Û MIRÎŞKAN

Li welatê me xerza,

Dîkek hebû şareza.

Rokê çû nava dîka,

Ji wan re go hêdîka:

 

Rabin bêjin mirîşkan,

Bes xwe bidin enîşkan.

Dîk û mirîşk bûne kom,

Berê xwe dane cem bûm.

 

Ez im paşa ez im mîr,

Ez im şahê cihangîr.

Bazî çû cem dîkê dî,

Dî ko ew jî wekî wî.

 

Tevan go paşa û mîr,

Kesî nego ez wezîr.

Nefer bûne yûzbaşî,

Heta giha ê paşî.

 

Go tev paşa û mîr in;

Bê wezîr û gizîr in;

Bûm hêdî rabû serxwe,

Taca xwe da serê xwe.

 

Ê ko kuştin ê ko man;

Hatin gundan bê goman.

Wan jî weke me kurdan,

Destê xwe jiber xwe berdan.

 

Elok û tûtik û qaz,

Tê de bûne belengaz.

Tev de ketin koxê rêş,

Çîroka me ji we re xweş.

 

Wek seydayê Cegerxwîn,

Hemî bûne dilbirîn.