25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raperîna Başûr serfirazî ye 

Ji beriya 29 salan xelkê başûrê Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriya rejima Baasê serî rakir û hikûmeta xwe ava kir.

Di 5’ê adara 1991’î de xelkê başurê Kurdistanê yekem car li Ranyayê li dijî rejîma Baasê serî rakir û piştre ev serhildan belavî tevayî bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê bûn. Di êvara 20’ê adarê de bi rizgarkirina Kerkûkê re raperîn bi dawî bû û rejima Baasê ji axa başûrê Kurdistanê hat dûrxistin. Lê piştî hefteyekê di roja 28’ê adarê de rejima Baasê careke din êrîş kir û Kerkûk dagir kir. Her wiha li dijî tevayê başûrê Kurdistanê dest bi êrîşê kir. Ev êrîş jî bû sedem ku xelkê Başûr ber bi bakur û rojhilatê Kurdistanê ve koç bike.

Di tîrmeh û cotmeha heman salê de careke din xelkê başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Eniya Kurdistanî li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê serî rakir û tevayê saziyên rejima Baasê ji nav xwe derxistin. Piştî wê di 19’ê gulana 1992’yan de yekem car hilbijartinên parlamentoyê li başûrê Kurdistanê hat lidarxistin û parlamento hat avakirin. Di parlamentoyê de ji 105 kursiyan 5 kursî ji bo pêkhateyên din hat dayîn.

Bi minasebeta salvegera raperînê ya 29’emîn konseya rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da û diyar kir ku serhildana 1991’î, guherîneke mezin bû di dîroka Kurdistanê de. Konseya KNK’ê, destnîşan kir ku wê serhildanê, parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û di dîrokê de bû destkeftiyên neteweyî û niştimanî.

KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destkeftiyan şa bûn û wiha hat gotin: “Her çend ku ev ezmûn bi qonaxên pir zehmet û nakokiyên dijwar û şerê navxweyî re derbas bû jî, lê belê gelê me her wek destkefteke neteweyî û niştimanî dibînin û diparêzin. KNK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di salroja serhildana mezin a gelê başûrê Kurdistanê de em vê serhildanê bi şanazî dinirxînin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji bo başûrê Kurdistanê jî hêvîxwaz in qeyrana aborî û siyasî ji holê rabe. Em careke din serhildana mezin a başûrê Kurdistanê pîroz dikin, serê xwe bo hemû giyanbextkerên xebata rewa ya gelê xwe ditewînin.”