Rojnameya Heftane

Raperîna ku qet venemirî

Dema ku em agahî û gotegotên heya roja me ya îro hatine di bêjingê re derbas dikin, em rastî gelek jinan ku di çaxên cuda de, nexasim di qadên wêjeyê de rolên girîng lîstine, tên. Wan di coş û xiroşa dîrokî de, di şer, koç û heyamên biyom de, li ser vê erdnîgariya bibereket dest avêtine pênivîsê û bi awayekî hosteyî rewşa dema tê de, li ser jiyan û evîndariyê nivîsîne. Bi taybetî jî ew hostatî, baldarî û wêrekiya wan a di nivîsîna helbestan de mirov dikare pir zelal di her rêzikek helbestên wan de bibîne.

Di qada wêjeyê de jinên wek Zîbolnîsa Zivar Girosî, Sahibe Dunbûlî û Heyran Xanima Dunbûlî xwedî kar û xebatek girîng bûne. Bi awayekî herî baş, zelal, rewnaq û zîz rêzik rêzkirine ji morîkên çavên xwe. Nemaze li ser hafizeya civakî ya vî gelî û di şikilgirtina çanda wî de bandorek wan a ber bi çav hebûye.

Helbet di vê hafizeya kevnar û serpêhatiya gelê kurd de, behsa nav û bîranîna hin jinan tê kirin ku di qadên cihêreng de, nexasim di qadên wêje û helbestnivîsiyê de, bi reng û dengê xwe beşdar bûne, lê mixabin derveyê navê wan, berhemên wan nehatine parastin.

Jinê bê ku guh bide zextên civakî yên dema tê de dijiya, bi reng, deng, hest û hestiyariya jin ê bi nêrandina wê teşe bi raperîna xwe daye, di diyarkirina wê de bi baldar nêz bûye. Raperînek ku ji serê çarînên hatine xêzkirin, wê deng bida û xwe bigihîne çemê bicoş, bi rastiya wê ya dîrokî re bigiha hev.

Ev jî ji berhemên ku li pey xwe hiştine û dengê raperîna wan a di vê qadê de ku bûye ruh, jîn û dengê enderûn ê têkoşîna wan diyar e. Ew dengê zelal ê jinê ji nifşekê ber bi nifşeke nû ve, bê rawest û aram herikiye. Carnan jî bi kerb û wek pêtek agir bû ku qet venemirî.

Dema ku em li bûyerên dîrokî yên sedsalên beriya vê li rojhilatê Kurdistanê û rewşa wê ya civakî dinêrin, çi jiyana wan a kevneşopî, êl, eşîr û çi jî di jiyana koçerî de, jinên kurd her tim bi rêzdarî, bihêz, bibandor û kêrhatî bûne; her çend têkoşînek mezin li hemberî pergala nêr û kevneşopiyên wî ku li ser hebûna wê xwe ferz dikir jî hebûbe, dane meşandin. Lê van xwe ferzkirinên pergala nêr û nêzikatiyên zilam ên paşvero nekariye bibe berbest li pêşiya hest û ramanên jinê.

Jixwe jinên ku di wan deman de bandora xwe ya li ser wêje û helbest nivîsiye dane hîskirin, bi awayekî hatine astengkirin. Yan berhemên wan nehatine tomarkirin; lê di çend mînakên ku em ê niha bidin de jî em ê bibînin ku ew jin ew çend bibandor bûne ku nekarîne nav û dengê wan bi awayekî giştî bitefînin; nekarîne li pêşiya hestên wan ku wek avek zelal diherikî bisekinin.

Ji ber vê, ger dem bi dem kevneşopî, irf û adetên civakî xwestibe pêşî li jinê bigire û ev yek derketibe pêş li hafizeya kolektîf a civakê jî, jinê kariye wek çîroskên rojê xwe li qulên xaniyan ku bi tarîtiyê hatibûn dorpêşkirin, bidin alî û biçiriskin.

Zîbolnîsa Zivar Girosî jî yek ji wan jinan bû ku bi stranbêjî û helbestên xwe dihat nasîn. Helbestvana kurd Zîbolnîsa, yek ji neviya Elî Şokr (Giros) bû û ew di nîvê sedsala dazdehan de jiyaye. Gelek helbest nivîsîne û xwendine ku pir kêm ji wan heya roja me ya îro hatine. Ev çend çarînên jêr jî ji wê ne:

Serek ku tu demê xweşiya xwe a xemilandinê nedît

ji beden hat jêkirin

û çavekî ku tu caran  xweşiya dîtina dîlbera xwe çênebûye

çi baştir ku kor be

di vî bajarî de şaşikên serdaran bûn xefleta milet û xapandina wan,

û vê rêkirina van bendikê zinarî…

di vê dinê de hîs û heskirin

û meyzekirina warê hevaltiyê bê qîmet bûye

Zibolnîsa pîr û kal bûye

kesek xwazyarê biha û qedrê wê nîne  (Werger: Argeş Avesta)

Helbet Heyran jî yek ji wan jinên kurd e ku di helbestnivîsînê de rê li fikr û ramanên nû vekiriye. Heyran Xanima Dunbûlî keça hakimê Xoy û Urmiyê, Kerîm Xanê Dunbûlî ye. Di qirnê sêzdehan a hicrî de jiyaye. Helbet girîng e ku mirov bibêje ew yek ji jinên herî bibandor a dema xwe bûye. Di helbestnivîsiyê de xwedî meharetek cihê bûye. Dîwanek ji pênc hezar helbestên bi zimanê kurdî, tirkî û farisî li pey xwe dihêle. Heyran Xanim helbestvanek harîkulade bûye; ku mirov vê yekê di helbestên wê de jî pir baş dikare bibîne. Piraniya helbestên wê li ser wekîlê Qaçar Ebbas Mîrza, dayik û xwişkên wê ne.

Beşek ji helbesta Heyranê;

Ji dûriya te bihara dilê min bûye payîz

ax ez û şev û rojê min gorî te

karê dilê min bûye axî, nalîn û girî

porên te, xalên li ser rûyên te

wekî telik û geniş ji bo nêçîrê ye

dema tu xwe naz dikî

dilê min ji xwe re dibî

tenê carekê te negote min tu nexweş î,

eşqa min î ka tu çi dikî

dil ji dûriya te evqas bilind û bihêz

qêrîn û fîgan dike

ku felek û esiman guhê xwe digiiiiiire

Heyran tu yekemîn kes nînî

Ku te dilê xwe spartiye wî

Gelek kes vekî te meşoqê wî ne…(Werger: Argeş Avesta)

Sahibe Siltan jî ji malbata Dunbûlî ye. Ew hevjîna Ebûlfeth Xan Êbn Morteza Qolî Xanê duyem ê Dunbûlî ye û di nîvê sedsala 13’an de jiyaye. Wê ne tenê helbest dinivîsîn, di zanista astronomiyê de jî xwedî agahî bû û xebat dimeşandin. Ew di darêjnivîsî û gelek pîşesaziyan de jî pispor bû, di hunera xweşnivîsiyê de jî kêm nedima.

Ew ê jî wiha çarik rêz bikirana;

Şahzade Hesen mêrxwas û pêşmergeyek netirs e

mirovek birûmet û xweş û şîrîn gotar e

ew wek dara Servê

di malbata şah Hesen mirovekî bi tedbîr û rastî bîne

û di xweşikbûna xwe de wekî gula yasmîn  e… (Werger: Argeş Avesta)