25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapirsîna bikaranîna zimanê dayikê

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Ji bo plansazîya ziman pêwîstî bi xebatên qadê yên zimannasîya civakî heye. Di vî warî da hê jî xebatên ku karibin ji bo pêkanîna nexşerêyeka zelal daneyên pêwîst bidin, nehatine kirin. Lê belê berî çend rojan Navenda Lêkolînên Civakî, Polîtîk ên Qadê encamên rapirsîneke xwe bi raya giştî ra parve kir.

Di vê rapirsîna giştî da her çiqas ji bo plansazîyeke zimanî û nexşerêyeka zelal têra xwe dane tunebin jî, agahîyên hêja û balkêş hene. Li gorî agahîyan ev rapirsîn di navbera 7 û 12ê meha yekem da li 16 bajar (Amed, Riha, Şirnex, Êlih, Semsûr, Dêrsim, Qers, Îdir, Bedlîs, Mûş, Çewlik, Agirî, Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn û Wan) û 49 navçeyan wan bi 5600 kesî ra rû bi rû hatiye kirin. Encamên ku ji rapirsînê derketine jî nîşan didin ku zimanê wekî berfa li ber tavê roj bi roj dihele, axêverên zimanê me her ku diçe kêmtir dibin.

Encamên rapirsînê bîr û boçûnên gelek zimannas û zimanhezan diselmînin.

1 – Zimanê kurdî bi piranî di malê da, bi xizm û nasan ra tê xeberdan.

2 – Kesên xwende li gorî kesên nexwende kêmtir bi kurdî dipeyivin.

3 – Kesên kal ji navsereyan, navsere jî ji ciwanan zêdetir kurdî bi kar tînin.

4 – Kesên xizan ji yên dewlemend zêdetir bi kurdî dipeyivin.

Ev rapirsîn der barê rewşa  civakî ya kurdan da jî agahîyên balkêş dide.

Li gorî rapirsînê;

1 – Hê jî rêjeyeke zêde ya civaka kurd nexwende ye (%26,9).

2 – Nîvê civakê betal û karkerên navmalî ne (%43,9+%10,9).

3 – Ji nîvê civakê zêdetir, xwedîyê dahatîyeke di bin sînorê birçîbûnê ra ne (%25,7+%27,8).

4 – Piranîya kurdan li bajaran bijîn jî, hê ji nîvî zêdetir ji kurdan li gundan hatine ser rûyê cîhanê (%52,4).

5 – Li van bajaran hê jî piranî (%78,7) xwe wekî kurd dibînin.

Ev rapirsîn der barê rewşa zimanê kurdî da hemû daneyên pêwîst nade, lê belê hinek daneyên girîng di nava xwe da dihewîne. Bo nimûne li gorî encamên rapirsînê hê jî ji sedî 65,8 bi kurmancî û ji sedî 3,6 jî bi kirmanckî, anku ji sedî 69,4 di mala xwe da bi kurdî dipeyivin. Rêjeya mêrên ku bi kurdî dipeyivin (kurmancî % 65,6+ kirmanckî %4) ji ya jinan (kurmancî %66+ kirmanckî %3,2) zêdetir e. Rêjeya axêverên kurdî her ku nifşek ciwan dibe kêmtir dibe (ciwan (18-24) : %64,5+ %3,70; kal û pîr (65+): %68+%2,60). Di vê mijarê da rewşa kirmanckî balkêş e.

Axavêrên ciwan ji yên kal û pîr zêdetir bi kirmanckî dipeyivin.

Kesên xwende (Zanîngeh %54,6+ %6,5) ji kesên nexwende (%73,3+ %2,7) kêmtir bi kurdî dipeyivin. Li vê derê jî rewşa kirmanckî berevajî ye, lewra xwende (%6,5) ji nexwendeyan (%2,7) zêdetir bi kirmanckî dipeyivin.

Kesên xizan (%76,7+ %1,60) ji kesên dewlemend (%46,5+ %7,80) zêdetir bi kurdî dipeyivin. Di vî warî da jî kirmanckî ji kurmancî cuda dibe; ji sedî 7,8ê kesên ku dahatîya wan di ser 5 hezarî ra bi kirmanckî dipeyivin, lê belê ji sedî 1,6ê kesên herî xizan (0-1000 TL) bi kirmanckî dipeyivin. Rêjeya axêverên kurdî li kuçe û kolanan li gorî malê kêmtir dibe û dadikeve rêjeya %59,4an.

Rewşa herî kambax li sazîyên fermî derdikeve pêşberî mirov, li van sazîyan rêjeya axaftina bi kurdî dadikeve ji sedî 11,8an. Ev yek sedema rewşa kambax a kurdî jî bi awayekî zelal nîşan dide; pêşî di kar û barên fermî da kurdî hatîye berbendkirin, piştre jî kurdî ji gelek qadên jiyanê hatiye vederkirin. Niha bi tenê mirov li malan û hinekî jî li kuçe û kolanan bi xizm û nasan ra bi kurdî dipeyivin, lê ji ber ku gelek malbat kurdî hînî nifşên nû nakin, rêjeya axêver kurdî roj bi roj kêmtir dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê