16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora binpêkirina mafan yên li girtîgehan aşkere bû

Koordînasyona Çavdêrîkirin û Şopandina Grevên Birçîbûnê der barê binpêkirinên mafan de ku li girtîgehan pêk tên, raporek amade kir. Di raporê de behsa binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Riha, Baybûrt, Erzîngan, Meletî û Meraşê hatiye kirim.

Heyeta çavdêriyê serlêdanên ku ji heyetê re hatine kirin, hevdîtinên ku li girtîgehan hatine kirin li ber çavan girtiye û rapora xwe amade kiriye. Di dema amadekirina raporê de serdana Girtîgehên Kampûsa Amedê, Girtîgehên Kampûsa Xarpêtê, Girtîgehên Tîpa T ya 1’ê û 2’an ên Rihayê, Girtîgeha Tîpa T ya Siweregê, Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa T ya Erzîncanê, Girtîgeha Tîpa T ya Akçadagê ya Meletiyê û Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ya Meraşê kirin.

Li hemû girtîgehên ku Koordînasyonê lêkolînên xwe li ser kirine û xwe spartine daneyên heyî jî derdikeve holê ku li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde ye û her ku diçe zêdetir jî dibe. Binpêkirinên heyî dikarin wiha bên rêzkirin:

-Li girtîgehan odeyên îşkenceyan hatine avakirin,

-Gardiyan bi awayekî keyfî û bi hincetan li girtiyan didin,

-Li girtîgehan lêgerîna tazî bi awayekî zordarî tê meşandin,

-Girtî bi awayekî keyfî tên sirgûnkirin û dixwazin bi vî awayî girtiyan bitirsînin

-Li girtîgehan gardiyan û personel heqaret û gefan li girtiyan dikin,

-Li girtîgehan bi  awayekî keyfî bi ser qawîşan de digirin,

-Li girtîgehan kelûpelên girtiyan nadin girtiyan,

-Li girtîgehan dema girtî ji ber lêdanê dixwazin gilî bikin îdare jî lêpirsînê der barê girtiyan de vedike û qaşo ji serokkomar re dane xeberan, heqaretê li wan kirine lêpirsînan didomînin,

-Li girtîgehan revîr raporên derbkirinê nadin girtiyan,

-Mafên telefonkirinê li girtîgehan bi awayekî keyfî tên qedexekirin,

-Girtî bi rêbaz û reftarên heqaretwarî re rû bi rû dimînin, yekrêzî li wan tê ferzkirin,

-Li girtîgehan gardiyan ji ser xwarinan tenhan li girtiyan dixin,

-Li girtîgehan întîhar çêdibin,

-Li girtîgehan girtî li ser lingan tên hejmartin û ev yek li ser wan tê ferzkirin,

Her wiha di rapora Koordînasyonê de der barê rewşa tenduristiyê de jî hin xalên girîng hatine destnîşankirin. Li gorî raporê dema girtî daxwaznameyên sewqê didin yan ev daxwazname qet pêk nayên yan jî tên taloqkirin. Li revîrên girtîgehan bijîşkên pispor tune ne. Bi erebeyên rîngê girtiyan sewqî nexweşxaneyan dikin. Girtî dema tên muayenekirin û tedawîkirin destên wan tên kelemçekirin. Dermanên girtiyan bi rêk û pêk nayên dayîn. Der barê girtiyên bi nexweşiyên giran Tiba Edlî raporên neyînî dide. Rewşa pandemiyê wekî hincet tê nîşandan û bi vî awayî girtî pêvajoya tenduristiyê de rastî binpêkirinên mafan tên.