19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora binpêkirina mafê rojnamegeran

Li Tirkiyeyê rojnamegerên ku rastiyê radigihînin û li gorî daxwaza hikumetê tevnagerin di hedefa desthilatê de ne û li hemberî wan operasyonên binçavkirin û girtinê tên kirin. Ji ber vê her roj li edliyeyên Tirkiyeyê dozên rojnamegeran û bi dehan rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin.

Der barê binpêkirinên mafên rojnamegeran de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) di nav hefteyê de rapora xwe ya meha cotmehê aşkera kir. DFG’ê di daxuyaniya xwe de binçavkirin û girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya ji ber derxistina holê ya avêtina welatiyen sivîl a ji helîkopterê bi bîr xist û diyar kir rojnameger bê sûc û bê sebeb tên binçavkirin û girtin.

4 rojnameger girtine

Li gorî rapora DFG’ê; di meha cotmehê de 11 rojnamevan hatin binçavkirin, 4 jê hatine girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin, 3 rojnamevan dema ku nûçe şopandine hatine astengkirin, 2 rojnamevan ketine ber lêpirsînê, doz li 5 rojnamevanan hatiye vekirin, li 5 rojnamevanan 7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar û 650 TL jî cezayê pere hatiye birîn.

Li gorî raporê li Tirkiyeyê 91 rojnamevan jî girtî ne. AMED