25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora gendeliyên malbata Barzanî hat parvekirin

Lêkolîner Zack Kopplin li saziya Government Accountability Project ya li Amerîka ev demeke dirêje li ser malbata Barzanî lêkolîn dikir. Kopplin encama lêkolînê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê parve kir.

Li gor rapora ku hatiye amadekirin 4 milkên malbata Barzanî yên ku nirxên wan ji 75 milyon dolarî zêdetir e li California û Virginyaya Amerikayê hene.

Di heman raporê de tê diyarkirin ku herî dawî Mûksî Barzanî li Miamiyê avahiyeke 12 hezar m2 standiye. Bihayê avahiya ku Barzanî standiye 18 milyon û 300 hezar dolar e.

Her wiha di raporê de ciheke berfireh ji bo kiryarên Mesrûr Barzanî yên di dema berpirsyariya Dezgeha Parastinê (îstîxbarat) û serokwezîriyê de hatiye veqetandin. Tê gotin ku serokwezîrê başûrê Kurdistanê mîna siûdiyan, desthilata xwe ji bo êrîşkirin, îşkencekirin û kuştina rexnegir û rojnamevanan bikar anîye.

Di encamê lêkolînê de li ser qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman jî ev agahiya girîng tê dayîn: “Mesrûr Barzanî xwendekarekî zanîngehê yê bi navê Serdeşt Osman daye işkencekirin û kuştin ji ber axaftineke bi henekî li ser zewaca xwişka Mesrûr Barzanî kiribû.”

Encama lêkolîna Zack Kopplin li ser vê lînkê ye: https://prospect.org/power/cowboy-drugstore-traces-of-a-kleptocrat/