25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora Neteweyên Yekbûyî der barê darvekirinên Îranê de

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bachelet da xuyakirin ku çalakvanên siyasî , parêzer, çalakvanên rêxistinên sivîl û yên mafê mirovan li Îranê di bin zexteke mezin de ne. Ev rêxistin û kes li Îranê bi dadgehên zordar, girtin û îşkenceyê re rû bi rûne.

Her wiha behsa rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku der barê Îranê de hatibû amadekirin û got li gorî wê raporê siberojeke metirsîdar ji bo hemû gelên Îranê û ji bo hemû ol û neteweyên cuda heye.

Ji aliyekî din ve di raporê de amaje bi darvekirinan hat kirin û hate gotin ku rejîma Îranê ji bo gelek sûcên ku ne talûke ne jî cezayê darvekirinê bi kar tîne. Her wiha ew hin qanûnên awarte bikar tîne û asta girtin, binçavkirin û işkenceyê jî li wî welatî gelekî zêde ye.

Michelle Bachelet da xuyakirin ku di sala 2020’î de 267 kes bi dar ve kirine lê rayedarên Îranê tenê behsa 91 kesî kirine.  Her wiha di sala 2021’ê de heta niha 95 kes hatine bidarvekirin. Her wiha 80 zarok jî li hêviya cezayê darvekirinê ne.

Ji aliyekî din ve nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Majid Takht-Ravanchi rapora konseya mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî rexne kir û got ku ew rapora ku ji bo salên 2020-2021’ê hatiye amadekirin raporeke siyasî ye.