24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastî dikare mirov biêşîne lê qet kes şermezar nabe!

Kakşar Oremar

Van dem û rojên em tê de ne mijarên ku mirov bixwaze li ser binivîse, gelek in. Hemû mijar jî girîng in û girêdayî qeder, paşeroj û rewşa me kurdên hemû Kurdistanê ne. Dema êşek weke baranê bi ser aliyêkî Kurdistanê da dibare, zêdetir ji dengê feqîr û hejaran wira, hinek dixwazin hemû civak dengê wan bibihîze!. Xwe hunermend, rewşenbîr, nivîskar, siyasetzan û heta xwediyên dozê dihesibînin. Ez ê di vê nivîsê de navê hinek kesan li rex helwesta wan binivîsim û hêvîdarim bêyî dilmayîn bizanin ka armanc çi ye û çima wiha dinivîsim. Bila ew ji bîr nekin ku: Rastî dikare mirov biêşîne lê qet kesî şermezar nabe.

Çar mijar û peyamên pê re

(1)

Helwesta hunermendiyê

Nizamettîn Arîç ku salên dirêj e li ser hunera kurdî dixebite bi rêya twittekê li ser şehîdbûna pênc pêşmergeyên kurd wiha nivîsiye: “Kuştina yekî ji me, kuştina dilê me hemûyan e…!“
Ew li kêleka çend hunermendên din bi salan hunermendê dilê min bû. Dengê wî zimanê wan êşên min yên xedar û nekewandî bû ku dema min guhdar dikir hestên min vedihesîn, êş jî vedikewîn, lê dema ez dinêrim ku ji sala 1984‘an û pêde ku gerîlayên kurd şerê artêşa wê dewletê dikin ku hebûn N. Ariç jî napejirînin û ew heta peyvekê jî li pey şehîdkirina gerîlayan nanivîse, navê wî weke hunermend ji dilê min tê derxistin. Edalet di peyamên wiha de tune, wijdan mirî û ez baweriyê bi hunera stranbêjên wiha nakim. Bi rêya kesên wiha dibe ku gelek hêvî bêne şikandin lê ez li hemberî kesên wiha di wê baweriyê de me ku hêvî heta ji serkeftinê jî bi rûmetir e. Kesên xwe di asteke bilind a rewşenbîrî û hunerî de dibînin pêwîst e di şerên wiha giran de weke rûspiyên malbateke mezin hemû aliyan bibînin. Dema ku hêşta bi zelalî diyar nîne ka ew pêşmerge çawa hatine şehîdkirin, N. Arîç jî divê hesabekê jî peyamên xwe re bike. Kesên wiha dema ku xwe hunermendê gelekî bindest dihesibînin nabe wiha rihet xwe ji dilê xelkê derxînin. Kesên ji êş, xem û jana jiyana aliyekî re ker lê xwe weke bilbilê hinek aliyan bidin nîşan dan, ew ne mirov, ne xwedî wijdan, ne zana, ne rewşenbîr û ne jî hunermend in. Bi karên wiha re tenê peyva fesadî li kêleka navê wan zêde dibe. Hêvîdar im di çavê wan rengê xwîna pêşmerge û gerîla weke hev bê dîtin û di şerên wiha da karekî bikin ku partiyên kurdan nêzî hev bin û peyveke wan nebe sedema nakokiyên civakî. Pêwîst e hunermend ger di derya hunerê de mende, ji herkesî zêdetir xwedî wijdan û dilovanî be.

( 2 )

Helwesta Edhem Barzanî

Sala 1991‘an dema Şivan Perwer bi dengekî bilind diqêriya: “Bijî Kurdistan, bimre koledar…“ hezaran kes ji kurdên başûrê Kurdistanê pê re rabûne ser piyan û gotina wî sedbare dikirin. Wê demê hemû serokên kurd li wir amade bûn û peyama Şivan Perwer geha Enqere, Tehran, Bexda û Şamê jî. Wan salan hêvî pir mezin bûn ku lîder û partiyên siyasî bigihêjin hev û bi deng û hêzeke mezin xebata xwe berdewam bikin. Lê mixabin wiha nemeşî û bi çêbûna şerê navxweyî re hezaran kes, hêvî bêreng û dengê azadîxwazan hate nizimkirin. Wan salan dîsa siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî bû ku banga aştiyê û diyalogê dikir. Di van çend salên derbasbûyî da li dijî siyaseta dagîrkeriya dewleta Tirkiyeyê ew tim xwedî helwesteke kurdistanî bûye. Herdem hişyarî daye desthilatdarên kurd li başûr û li ser pêngavên zêdexwazî yên Erdogan ew şiyar kirine. Tu guman tê de nîne ku hinek berpirsên PDK‘ê ku herî dawiyê bi daxûyaniyên xwe re dixwestin agirê şerekî din yê xwekujiyê bidin destpêkirin, bi merema vala derxistina banga Edhem Barzanî karekî wiha dane meşandin. Elbet ferqeke mezin di navbera wan berpirsên gendel û rêzdarên mîna Edhem Barzanî de hebûye û heta rêveberiya PDK‘ê jî wan gendel û dizên naskirî baştir ji me tevan dinase. Bi wê banga dawiyê re rêzdar Edhem Barzanî ramanên xwe yên Kurdistanî weke siyasetmedarekî dûrbîn kirin malê dîroka Kurdistanê. Kesên wiha ne ku ku siberojê yê li hemberî doz û dîroka gelê xwe şermezarî gel nebin. Karekî wiha pîroz nikare di kurtenivîseke wiha de bê beyankirin lê bila wijdana E. Barzanî rihet be û niha zêdetir ji hemû serkêşên doza Kurdistanê li Başûr di nava dilê xelkê de cihê xwe vekir. Hêvîdar im pêngavên mezintir jî ji hêla kesayetiyên wiha ve bêne hilanîn.

( 3 )

Banga Murat Karayilan

Şerê van rojan dîroka sedan salên bihûrî li Kurdistanê bi bîra me tîne. Împeratorên mezin li ser singê axa welat00ê me qedera xwe dane diyarkirin, lê bi hêz, xwîn, wêrankarî û talana terş û malê me peymanên wan yên dawiyê hatine îmzakirin. Her kes dîsa ket nava koşkên xwe lê hejarî, birçîtî, paşkeftin û berdewamiya gendeliyên berpirsên dewletên navendî li Kurdistanê berdewam kirin.

Ji 2014‘an û şûnde şerê gerîla û pêşmergeyên kurd li dijî DAIŞ‘ê nûbûnek di rûpelên jiyana kurdan de afirand. Herî dawiyê berxwedana şervanên kurd xelîfeyê koşkên Enqereyê û cigirê rêbaza siltanên Osmanî neçar kir ku bi dizî şandeyekê bişîne serê çiyayên Kurdistanê ku şer bê rawestan. Berxwedana kela Dimdim tevî hemû canfedayî û sekina li hemberî hovîtiyên leşkerên Sefewiyan hingî rastî şikestê hat dema ku hinek kurdên xayîn hevkariya dijmin kirin. Gotina herî balkêş a van rojan di tûrên civakî de M. Karayilan beyan dike: “Erdogan ji me re xeber şand û got:“Li dijî me şer rawestînin, li beşên din hûn çi dikin em xwe têkil nakin“. Yanî dixwest bêje: madem PDK hêriş dike, hûn jî şerê wan bikin. Min dixwest vê meseleyê ji rêzdar Mesud Barzanî re bêjim ku bizane Tirkiye dijminekî metirsîdar e“.

Gelo ev peyam ne bi wê wateyê ye ku gerîlayan bi berxwedana Garê re plan û projeyên siltanê Enqerê têkdane?

Di rewşên wiha da erkên dikevin pêşberî me çi ne? Bawerî bi îrade û hevgirtina hev an jî belavkirina peyamên ku agirê dubendî û bêtifaqiyê kûrtir bikin.

( 4 )

Sedat Peker û belgeyên dewleteke fasid

Hemû kurd dizanin Sedat Peker kî ye û pirî caran têhnatiya xwe bi xwîna kurdan şikandiye. Ew zarê dewleteke mafyayî û heya dawiyê di fesadê de werbûyî de ye ku îro Erdogan jê re serkêşiyê dike. Di axaftinên wî de hem mijara kurdan heye û him jî hevkariya dewleta Tirkiyeyê bi komên terorîst re ku bi rêya wî: çek, teqemenî û cebilxane digihînin DAIŞ, El-Nusra û cihadîstên serjêker. Ew bi zelalî dide diyarkirin ku ew komên cinayetkar bi hebûna xwe dispêrin Erdogan û xelîfeyê Bexdadî. Gelo haya raya giştî ya cîhanê ji van hevkariyên dijmirovahiyê tunebû? Gelo di şertên wiha de çima ragihandin, rewşenbîrên tirk û çalakvanên qadên din bêdeng in? Aya ez dikarim bêjim: Gelo li Tirkiyeyê ku bi rêya dîktatoran tê birêvebirin: rewşenbîr weke keriyên pez in ku mejiyê wan hatiye zincîrkirin û riha wan jî zindanîkirî ye!”

Belkî carê haya me ji kar û kiryarên mafyayekî weke S. Peker tunebin, lê gotinên wî gendelî û terorîstbûna hakimên Enqereyê baş dide selmandin. Ev jî bû destpêka pêvajoya ku herfindina xana sîstema antîdemokrat a di bin serkêşiya AKP-MHP’ê de bileztir bike. Bi çêbûna rewşeke wiha re peyamên dîrokî ji raya giştî a cihanê, Yekitiya Ewropa û welatên weke Amerîka, Rusya û Çînê re hene. Pê re jî doza siyasî a ku li dijî bizava azadîxwaziya kurd li Kurdistanê heye, baştir tê naskirin.