Rojnameya Heftane

Rastiya ku bi erdhejê derket holê!

Qedrî Esen

Bi erdheja Xarpêtê derket holê ku bexşên ji bo mexdûrên bobelatan,ji bo armancên din tên bikaranîn. Kizilay pereyên jê re tên bexşkirin, li saziyên nêzî desthilatê belav dike

Di dîroka Tirkiyeyê de gelek erdhej çêbûne. Piraniya wan jî bi pileyên mezin rûdane. Ji ber van erdhejên bi pileyên mezin, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û bi dehhezaran jî mexdûr bûne. Li gel vê raboriya qambax jî, li Tirkiyeyê bergiriyên pêwîst nayên wergirtin. Piraniya mexdûrên erdhejê dibin qurbana wernegirtina bergiriyan.

Herî dawî jî di 24’ê çileyê de li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 6,8’an erdhejek pêk hat. Navenda erdhejê navçeya Xûxê ya Xarpêtê bû. Pileya erdhejê pileya herî bilind a salên dawîn bû. Ji ber bilindbûna pileyê, erdhej li piraniya bajarên bakur, rojava û başûrê Kurdistanê hat hîskirin.

Serî li propagandayê dan

Erdhejê bandoreke mezin li bajarên Xarpêt û Meletiyê kir. Ji ber erdhejê bi sedan avahî li gund û navçeyên her du bajaran hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî yên rayedarên Tirkiyeyê, di erdheja li Xarpêt û Meletiyê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî hezar kesî jî birîndar bûn. Her wiha dîsa 187 kes jî zindî ji bin kavilan hatin derxistin.

Li her du bajaran ji bilî avahiyên hilweşiyan, xesar gihîşt bi hezaran avahiyan ku êdî mirov nikarin di wan de bijîn. Ji ber vê yekê niha bi hezaran kes jiyana xwe di konan de didomînin.

Weke gelek bobelatên ku li welat diqewimin, di vê bobelatê de jî desthilata AKP’ê ezmûneke baş neda. Ji kêliyên destpêkê yên erdhejê ve wezîrên AKP’ê serî li propagandayên kirêt dan. Bi vî awayî xwestin ku ser rastiya erdhejê bigirin. Dîsa serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan dema çû Xarpêtê, şûna ku birînên mexdûrên erdhejê bikewîne,siyaset kir.

Rewş berovajî kirin

Li gel ku rewş li Xarpêtê kambax bû û gelek pêwîstî bi alîkariyê hebû jî Erdogan rewş berovajî kir. Bergiriyên kêm ên ji bo erdhejê serkeftî nîşan da û destûr neda ku ji qada navneteweyî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî bê kirin. Dîsa  keseke ku di bin kavilan de mabû,ji bo propagandayê, kêliya ku Erdogan çû ser kavilan ji binî kavilan hat derxistin.

Li gel berovajîkirin û astengiyan jî, ji bo mexdûrên erdhejê gelek alîkarî hat kirin. Lê ji ber ku alîkariyên hatin kirin, negihîştin mexdûrên erdhejê, gelek nîqaş jî qewimîn.Gelek kesên ku ji bo mexdûran, ji saziyên dewletê yên eleqedar re alîkarî şandin, xwestin ku alîkariya wan bigihêje mexdûran.

Kizilay alîkariyan didize

Piştî erdhejê, derket holê ku bexşên ji bo mexdûrên bobelatan ji saziyên dewletê re tên kirin, ji bo armancên din tên bikaranîn. Weke mînak, Kizilaya Tirk pereyên ku jê re hatine bexşandin, li şûna mexdûrên bobelatan, li sazî û dezgehên nêzî AKP’ê belav kirine.

Piştî erdhejê çend saetan şûnde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî şandeyek ava kir û ji bo lêkolînan şand herêma erdhejê. Şandeya HDP’ê çû gelek gundên herêma erdhejê û tespît kir ku serokên AKPê, alîkariyên tên şandin,  li xizmên xwe belav dikn.

Walî alîkarî asteng kir

Piştî van tespîtên şandeya HDP’ê, waliyê Xarpêtê ket nav hewldaneke balkêş. Walî, li keyayên gundên ku heyeta HDP’ê çûbû geriya û ew hişyar kirin ku ji bilî alîkariya Saziya Bobeletê ya Tirkiyeyê (AFAD) tu alîkaryê qebûl nekin.

Heman walî, 2 qamyon alîkariya ku Şaredariya Erxeniyê ya HDP’ê şand Xarpêtê asteng kir. Walî destûr neda ku alîkariya şaredariyê bigihîje mexdûrên erdhejê û ew paşve şand.

Li aliyê din, di derheqê gelek kesên ku li ser medyaya civakî polîtîkayên AKP ê rexne kirin de, lêpirsîn dan destpêkirin.

Lêkolîna erdhejê red kirin

HDP û CHP’ê pêşniyara avakirina komîsyonê da meclîsê. Her du partiyan xwest ku komîsyona lêkolînê bê avakirin da ku der barê erdhejê de xebatan bike. Lê ev daxwaza avakirina komîsyona ji bo lêkolîna erdhejê, ji aliyê parlamenterên AKP û MHP’ê hat redkirin.