Thursday, July 29, 2021

Rastiya ku di bin dara sêvê de hatiye veşartin!

Sozdar Koçer

Hinek çîrok, agahî û delîl binax dibin û bi xwediyê xwe re diçin û hinek jî binax dibin û tên parastin. Dema mirovên têr û xwedî tecrûbe, ji vê dinê bar dikin û tên binaxkirin, dilê meriv tê guvaştin, hesta windabûna xwe li giyana me belav dike û pê re windabûna agahî, tecrûbe, çîrok û serpêhatiyan. Sed heyf û mixabin. Axê ew daqurtand. Di heman demê de jî, di rewşên xeter, şer û tengasiyê de mirovan agahî, dîmen, zêr/pere û dokumentên xwe binax dikirin. Ji aliyekî ve mirov spartin axê û di heman demê de ax wan tiştan spart, parast. Ax e, herdukan jî di hundirê xwe de dihewîne – mirin û vejînê, destpêkek û dawîbûnek. Di gelek vegotina çîrokên şer de, em leqayî şîrovekirinên – ‘ermenan zêrê xwe di bin wê darê de veşartibûn’, ‘Dayik/Bavê me Dokument, Film, Qaset nêzî wî xaniyî veşartibûn’, ‘nêzî wê bîrê’,’di wî dîwarî de’ … her nîşaneyek hebû, îhtîmala vegerê, hêviya dê wan tiştên binaxkirî dîsa bibînin hebû. Ez dixwazim di vir de behsa çîrokekê bikim, behsa lîsteya navên zarokan bikim ku bi heman şêwaz û helwestî di bin dareke sêvan de hatin parastin. Zêdetirî 2 hezar û 500 nav. Navên zarokên cihûyan.

Rûyê şer ê jinan tune ye

Ez behsa ‘Schindler´s List– Lîsteya Schindlerî’ nakim. Na. Ez behsa ‚Irena´s List – Lîsteya Îrenayê‘ – behsa jinekê dikim. Jineke çeleng û jêhatî – jineke ku divê kiryarê wê bi Schindler re neyê qiyaskirin. Ev çîrok hêjayî vegotinê ye, ji ber ku em dizanin di her şer û têkoşînan de, çîrokên jin û zarokan bi tenê wek qurbaniyên şer tên şîrove û pênasekirin. Wek nivîskara rûs Swetlana Alexijewitsch pirtûka xwe binavkirî ‘rûyê şer ê jinan tune’ ye, digel ku milyonek jin li sovyetê û di gelek têkoşînên dîtir de di çeperan de şer kirin. Berovajî wê çîrokên lehengên şer bi tenê yên mêran tên nivisîn, dibin fîlm, belgefilm û di civakê de tên behskirin. Yên jinan, di bêdengiyê de difetisin. Ev nêrîna yekalî valatiyeke pir mezin di rastiya civak, şer û dîrokê de dihêle.

Jina bi navê‚ ‘Dayika zarokên holokostê‘, ‘Irenas´s List‘, navê kod ‘Jolanta‘ ango bi navê rastî ‘Irena Sendler‘ kî bû?

Irena Sendler di sibata sala 1910‘an de li Warşowa Polonyayê ji dayik dibe û beriya Şerê 2‘yemîn ê Cîhanê beşa wêjeya polonî û beşa dadê dixwîne. Piştî tevlihevî û aloziya ku di destpêka salên 1930‘an de li Ewropayê rû dide û alman di 1‘ê Îlona 1939‘an de Polonyayê dagir dikin, Şerê 2‘yemîn ê Cîhanê bi fermî dest pê dike. Di wê demê de Sendler dibe şahidê dijberkirina cihûyên li Warşowê û li dijî vê newekheviyê xwe birêxistin dike. Sendlerê di destpêka şer de xwe di xebatên civakî û hemşîretiyê de pêş dixe û bi temenê 29 salî, di îdara beşa ‘social work – xebatên civakî’ ya Bajarê Warşowê de kar dike. Karê xebatkarên civakê ew bû ku alîkariya mirovên bêmal û xizan ên bajêr bikin. Piştî xurtbûna naziyan û pêşketina rêbazên tunekirina cihûyan, Sendlerê destûr ji bajarê Warşowê distîne ji bo ku bikaribe li getoya cihûyan a Warşowê, wek karmenda civakê û hemşîreyê kar bike. Di sala 1940‘an de, bi awayekî pergalî li gelek bajarên Ewropayê geto – taxên mezin ji bo komkirina cihûyan dihatin avakirin- li geto ya Warşowê nêzî 400 hezar cihû hatin bicihkirin. Rewşa wê getoyê her diçû xetertir dibû, nexweşî derdiketin û gelek kes dimirin ango dihatin kuştin. Naziyan di nava demeke kin de nêzî 280 hezar cihû ji wê getoyê birin Treblinkayê (Qampa qirkirina komî ya cihûyan). Sendlerê jî şahidê van bûyeran e û di sala 1942‘an de biryar dide û tev li meclisa piştgiriya cihûyan a bi navê‚ Zegota‘ dibe. ‘Zegota’ rêxistineke dijqanûnî ye û Sendler jî dibe yek ji pêşengên wê. Ev rêxistin roleke gelek mezin di parastin û veşartina cihûyan de listiye.

Rêxistina veşartî ‘Zegota’

Di sala 1943‘yan de Sendlerê ji aliyê rêxistina veşartî ‘Zegota’ ve wek berpirsyara piştgiriya zarokên cihûyan di getoyê de tê binavkirin. Di nav wê rêxistina îlegal de navê wê yê kod ‘Jolanta’ ye. Sendlerê têkiliyên xwe bi mal û rêxistinên zarokên bêkesan re datîne, da ku bi nasnameyên sexte zarokên cihû ji getoyê, ji kuştinê xilas bike.

Di heman salê de Sendlerê li gor delîlên heyî nêzî 2 hezar û 500 zarokên cihûyan di rêya kanalîzasyonên bin erdê de û di xaniyên li sînorê getoyê de bi nasnameyên nû derbasî derve dike. Zarokên ber şîr jî bi dermanê razanê di çiwal an sindoqan de ji getoyê rizgar dike. Piştî derketina ji getoyê êdî rêxistina ‘Zegota’ ku gelek endamê wê hebûne, wan zarokan li cihên cuda û bi nasnameyên nû vedişartin. Ji bo ku malbatên ji şer filitîne paşê bigihîjin zarokên xwe, Sendlerê lîsteya wan zarokan bi nasnameya kevn û ya nû û cihên lê hatine veşartin, dinivisîne û di şuşeyeke cam de, di bin dareke sêvan de vedişêre. Di dawiya sala 1943’an de Gestapo (artêşa naziyan) bi Sendlerê dihese û wê digirin, îşkence dikin û biryara qetilkirina wê didin. Digel wê rewşê jî, Sendlerê cihê lîsteya navên zarokan negot. Bi alîkariya ‘Zegota’ yê ku rişwet dane leşkerekî naziyan navê Sendlerê ji lîsteya mirinê hate derxistin û ew wisa ji mirinê xilas bû.

Bi tesadufî navê wê tê dîtin

Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, Sendlerê lîsteya veşartî radestî Komîteya Navendî ya Cihûyan a Polonyayê kir. Û piştî wê demê, bêdengî – di qada çîrokên lehengên mêr de windabûn… 50 sal bi tenê hiştin, tevî wan dîmen û çîrokan.

Hîn nû di sala 1999’an de bi tesadufî di hinek belgeyên ku xwendekarên dîrokê yên Amerîkayê li ser lehûrbûn çêdikirin de navê wê dikeve û ew dikevin pey şopa wê lehengê. Bi vê tasadufê hîn nû cîhan bi çîroka wê dihese. Hîn nû di sala 2003’yan de Polonya radibe madalyaya ‘Qertelê Spî ji bo wêrekî û lehengî’ dide. Rast e, piştî çi!? Û di sala 2009’an de filmê bi nave ‘The Courageous Heart of Irena Sendler’ tê kişandin. Axir, ji tunebûnê baştir e.

Bi hezaran çîrokên jinên berxwedêr

Li beramberî çîroka vê jinê, ‘Schindler’s List’ – Lîsteya Oskar Schindlerê alman ku cihûyan wek karmendê fabrîqaya xwe dixebitand û wan wisa ji qampên naziyan xilas kir, di sala 1982’yan de wek belgefîlm deng veda û di sala 1993’yan de Hollywoodê filmê bi navê ‘Schindler’s List’ kişand. Kêm zêde her kes dizane ew kî ye û çîroka wî çi ye.

Ka li ber wî, çîroka Irena Sendler çi bû? Lehenga ku çîroka wê di bêdengiyê de hate hiştin û bi tesadufan jiya, di sala 2008‘an de – penc sal piştî nasînê, çelengê jiyana xwe, bi tenê, di odeka xwe ya mala extiyaran de li Warşowê ji dest da. Heyf û xebînet…

Ev çîrokek e û bi hezaran çîrokên jinên berxwedêr û leheng hene, lê mixabin nayên zanîn. Bi hezaran çîrokên jinên me kurdan hene, lê mixabin nayên nivisîn! Bi tenê ax dizane, çend leheng di hundirê xwe de hewandine. Û çend delîlê çîrokan hîn jî di bin axê de veşartî ne û li bendê ne werin dîtin. Wek di destpêka nivîsê de gotî, spartina axê heye û axê wan spart heye, di bin dareke sêvan de.