23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Afganistanê li Moskovayê bi cîranên xwe re civiyan

Serokê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê civîna rayedarên Afganistanê ya bi cîranê wê re axifî û wiha got: Talukeya herî mezin li pêşberî Afganistanê hebûna DAIŞ û bazirganiya madeyên hişbir e. Lavrov metirsiyên welatê xwe anîn ziman û got ku metirsî ew e ku axa Afganistanê li dijî welatên derdora wê were bikaranîn û bibe bargehek ji komên çete re.

Lavrov da xuyakirin ku digelek mijaran de ew ji rêveberiya Talîbanê razî ye û bi taybetî di warê ewlekariya şandeyên dîplomasî de lê der barê naskirina hikûmeta Talîbanê de jî wiha got: “Niha gelekî zû ye ji bo naskirina hikûmeta Talîbanê.”

Lavrov di axaftina xwe de bang li rayedarên Talîbanê kir ku nehêlin welatê wan bibe cihê gef û êrîşên li dijî welklatên cîranê wê.

Lavrov got ku cihê mixabîniyê ye ku DYA’yê tevli vê civînê nebûye û wiha berdewam kir: Cihê mixabîniyê ye ku nûnerê DYA’yê tevli vê civînê nebûye lê dibe ku ew yek ji ber istîfaya nûnerê wan ê Afganistanê Zelmayî Xelîlzade pêk hatibe.