20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Tenturistiyê: Kalê 83 salî dikare girtî be’

Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê li şûna li ser nexweşiya dil rapor amade bike, li ser tenduristiya ruh Mehmet Emîn Ozkan rapor amade kir û got: “Dikare di girtîgehê de bimîne”.

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî 25 sal in girtîye. Ozkan niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ye. Di mehekê de Ozkan 7 caran rakirin nexweşxaneyê. Her carê destê Ozkan kelepçe kirin û birin nexweşxaneyê. Rayedaran herî dawî Ozkan ji bo rapora tenduristiyê bi wesayîta rîngê sewqî nexweşxaneyeke Xarpêtê kirin. Bi hêceta ku nexweşxaneya rayedar Amed e, dîsa şandin girtîgehê. Ozkan ê roja ku birin Xarpêtê û dîsa anîn girtîgehê û ew birçî hiştin.

Li gori nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), piştî daxwaza malbat û parêzerên Ozkan, rayedaran ji bo rapora tenduristiyê di 23’ê hezîranê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Lê Desteya Tenduristiyê li gel pirsgirêkên wî yên giran jî tenê tenduristiya ruh nirxandin û rapor amade kirin. Desteya Tenduristiyê li gel rapora beriya niha hat dayîn a ji sedî 87 astengdar e û “nikare di girtîgehê de bimîne” jî li şûna nexweşiya dil, tenduristiya wî ya ruh nirxand. Desteyê di rapora de got “dikare di girtîgehê de bimîne”.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê