spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayeyên notir-cerde-vanan hatin zêdekirin

Welatên ji demokrasî û hiqûqê dûr in, desthilatdarên wan ji bo berdwamkirina pergala ku li ser rûniştîne, her saziyên ewlehiyê diafirînin û li şûna qanûnên demokratîk kesên çekdar li welat zêde dikin. Li gorî van kesan zêdebûna hejmara kesên çekdar, temendirêjiya welatê wan e. Lê di rastiyê de ev ji bo wan tenê hinceteke û armanca rasteqîn temêndirêjiya desthilata wan e. 

Tirkiye jî yek ji van welatan e ku qaşo di salên dawîn de hejmara artêşa xwe kêm kiriye. Bi kêmkirina hejmara artêşê re her hejmara polîsan jî hatiye zêdekirin. Ji ber vê yekê gelek rexne li AKP’ê tên kirin ku Tirkiyeyê ji dewleta “hiqûqê” derbasî dewleta polîsan kiriye. Li şûna ku ev rexne li ber çav bên girtin û bi kêmkirina leşkeran re hejmara polîsan jî bê kêmkirin, hêzeke çekdar bi navê “Notirvanên Taxan” hat avakirin û li polîsan hat zêdekirin.

Hem rakir hem jî rast kir

Balkêş e pergala notirvaniyê di sala 2018’an de ji aliyê AKP’ê ve hatibû rakirin. Di sala 2016’an de ku bi Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, leq li desthilata wê ket, AKP’ê dîsa Pergala Notirvaniyê kir meriyetê. Li gel ku pêwîstiyeke bi vî rengî li Tirkiyeyê tune ye jî ev pergal ji bo polîtîkayên tundiyê yên tên meşandin hate nûkirin. Di bin banê wê de bi taybetî li bakurê Kurdistanê bi hezaran kes hatin biçekkirin. Li gel ku destpêkê hat gotin dê notirvan li taxan agahiyên îstixbarî kom bikin jî, bi awayekî neqanûnî roj bi roj rayeyên wan hatin zêdekirin. Herî dawî ji bo ku bi awayekî “qanûnî” rayeyên notirvanan bên zêdekirin, destpêka salê di meha çileyê de AKP-MHP’ê pêşniyarqanûnek dabûn meclisê. Li ser vê peşniyarqanûnê li komîsyonên meclisê hevdîtin kirin û hatibû qebûlkirin. Lê ji ber vîrûsa koronayê radestkirina wê ya lijneya giştî ya meclisê hatibû rawestandin.

Rayeyên notirvanan

Piştî asayîbûna pêvajoya vîrusa koronayê bi vekirina meclisê re AKP’ê zêdekirina rayeya notirvanan kir rojeva yekemîn a meclisê. Li gel hemû bertekên muxalefetê jî hevdîtinên li ser zêdebûna rayeyên notirvanan li lijneya giştî ya meclisê hatin kirin. Tê xwestin hêzên paramîlîter li bajaran bên bicihkirin û dengê muxalîfan ên li kuçe û kolanan bilind dibe, bê qutkirin.

Hevdîtinên li meclisa Tirkiyeyê yên li ser zêdebûna rayeyên notirvanan, di nav hefteyê de bi dawî bûn û pêşniyarqanûn bi dengê zêde yê parlamenterên AKP-MHP’ê hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê wê nobedar ji aliyê wezareta karên hundir ve bi azmûnê bên wergirtin û li bin sîwana emniyetê û rêxistinên cendermeyan weke hêza çekdar bên xebitandin. Dîsa wê êdî notirvan karibin êrîşê bibin ser xwepêşandanên protestoyî, li nasnameyên mirovan bipirsin, lêgerînê bikin û çekê bi kar bînin. 

Muxalefet li dij derket

HDP û CHP li dijî zêdebûna rayeyên notirvanan derketin. HDP’ê qanûna ji bo zêdebûna rayeyên notirvanan rexne kir û notirvanan jî weke “hêzên paralel” pênase kir. CHP jî li dijî qanûnê derket û pirsa ‘çima qey milyonek hêzên çekdar têra desthilatê nakin’ kir.

Di salên 1980’yî de dema ji aliyê partiya Tûrgût Ozal ANAP’ê ve pergala cerdevaniyê hatibû derxistin jî partiyên muxalefetê yên demê bi awayekî tund pergal rexne kiribûn û li dij derketibûn. Lê piştre van partiyên muxalefetê ku hatibûn ser desthilatê, pergala cerdevaniyê ya li bakurê Kurdistanê parastibûn û hejmarên cerdevanan zêde kiribûn. Tirs ew e ku sibê CHP’a îro vê pergalê rexne dike, dema bê ser desthilatê ji AKP-MHP’ê bêtir vê pergalê biparêze. Ji ber vê yekê ji hêla kurdan ve pergala notirvaniyê weke pergala cerdevaniyê tê binavkirin. Guman heye li bakurê Kurdistanê weke cerdevanan destê notirvanan jî bikeve xwîna kurdan. Ji ber vê pergala notirvaniyê, di nav kurdên Bakur de weke pergala modern a cerdevaniyê tê pênasekirin ya ji gundan derbasî bajaran bûye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê