Duşem, Çile 25, 2022

Rêbaz û armanca şer û xweparastinê

Rohat Kurêşî

Du rêbazên şeran hene. Yek jê ji bo berjewendî û desthilatiyê ye. Yê din jî ji bo li dijî vê xweparastin e. Ji dîroka mirovahiyê ya despêkirina şeran heta niha ev wiha hatiye. Hin şer bi çekan tên kirin, hin şer jî bi rêbazên din yên mîna; birdozî, di nav vî şerî de nijadperstî û olperstî jî heye ku car caran ev vediguhere şerên çekdarî. Car caran jî bi rêya, bawerî, çand, huner, rêbaz û polîtîkayên cuda tên meşandin. Lê armanc yek e, ew jî tunekirin û serwerî ye.

Ji hev cudakirina şeran girîng e. Wekî me di destpêkê de jî got yek jê ji bo serweriyê ye yê din jî ji bo xweparastin û di encamê de xwe ji van êrîşan rizgarkirin, azadkirin e. Li aliyê din jî şer bi xwe wekî hunerekê tê pênasekirin. Yên ku vê hunera şer nizanibin nikarin bi ser jî bikevin. Ev huner jî parçeyek ji çandê ye. Dema çand tê gotin ne ew çanda ku tenê em ew parçeyê wê yê hunerî fêhm bikin. Lewra çand tecrube û serpêhatiyên di pêvajoya herikîna dîrokê ya mirovahiyê de heta roja îroyîn a jiyanê hatiyî ye. Ligel vê, çanda her netewe û civakê li gorî erdnîgarî û avhewayê diguhere. Li gorî şert û mercên jiyanê ji hev cuda ne. Lê ya girîng parastina wê çandê ye. Parastin û pêşxistina jiyaneke biehlaq û polîtîk a netewe û civakekê nirxên giranbuha ne. Parastina nirxan jî bi ehlaqekî çandî yê civakî ve girêdayî ye. Ew kesên ku dikaribin nirxên xwe biparêzin di heman demê de dikarin çand, nasname û hebûna xwe jî biparêzin. Ji bo vê jî pêwistî bi zanebûn bîr, hiş û hişmendiyeke kûr heye.

Divê mirov zanibe ku şerên tên kirin ji bo çi ne û li pêşberî şeran ji bo xweparastinê pêwistî bi helwest û tevgerîneke çawa heye. Heke mirov xwedî serwextiyeke tecrubeyên jiyanî be wê demê mirov dibe parêzvanê hebûna xwe, çand, nasname û nirxên xwe. Li pêşberî êrîşan mirov dikare bi zanebûna xwe, bi kûrahiya xwe şer bike û destkeftiyên xwe yên jiyanî biparêz e. Lê belê dema mirov ne xwedî çand be wê demê hemû destkeftî ji dest diçin û di rewşeke wiha de dijminê mirov bi ser dikevin. Mao Zedong dibêje; “Leşkerê bêçand leşkerek nezan e û leşkerê nezan nikare dijmin têk bibe.” Ev gotin ji bo me kurdan bêtir girîng e. Lewre em kurd divê zanibin ji bo çi û ji bo kê şer dikin. Beriya her tiştî divê em xwe, nasnemeya xwe, çand û nirxên xwe zanibin. Li şûna ku em bibin leşker, maşok, noker an jî sîxurên dijminê qewmê xwe divê em ji bo xwe, axa xwe, civak û nirxên xwe şer bikin.

Mesele çi dibe bila bibe, heke îro sonda tunekirina gelê kurd hatibe xwarin di encamê de armanc yek e û ew jî tunekirina tevahiya kurdan e. Ev ne ya parçeyekî yan jî tevgerekê tenê ye, tunekirina hemû kurdan e. Çawa dibe ku mirov vê yekê fêhm neke? Çawa dibe ku mirov sed salan bindest be, di komkujiyên mezin re derbas bûbe, bi tu awayî hebûna mirov, çand û nasnameya mirov, zimanê mirov nehatibe qebûlkirin û mirov rabe bibe şirîkê vê tunekirinê. Bêlome bî ev rewşeke herî kambax a ketina mirov e. Ev bêçandî û bêaqiliya mirov dide xuyakirin. Jixwe berovajî vê pênaseyê fikirîneke dinin xetertir û metirsîdar e.
Em îro li rewşa kurdan binêrin; Dewletên serdest niştiman kirine çar parçe, di her parçeyekî netew kirine hezar parçe. Van dewletan li her parçeyekî Kurdistanê kurdên xwe ava kirine û wan dikin şirîkê sûcên xwe yên tunekirina kurdên azad û berxwedêr. Ew kurdên ku bûne şirîkê dijminê qewmê xwe, pê re ne bîr maye, ne jî hiş û hişmendiyeke kurdewar a welatparêzî. Pê re ne ehlaq maye, ne jî rûmet. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî di xizmeta dijminê xwe de li dijî qewmê ku ji nav hatiye şer dikin. Ji ehlaqê civakê, çand û nasnameya kurdewarî dûr ketine. Heke kesên ku ji van pîvanên mirovî, neteweyî û civakî dûr bikeve tê wateya derketina ji civakê, tê wateya dûrketina ji ehlaq, çand û nasnameya ku wê hebûnê îfade dike. Yên ku ji civakê biqetin jî bi tenê dimînin û ew tenêtî ji her êrîşê re vekirî ye. Di rewşeke wiha de dê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin. Dê di hemû şeran de winda bikin. Lewma jî kesên bê çand, kesên bê bîr, kesên nezan nikarin xwe jî biparêzin.