Duşem, Hezîran 14, 2021

Rêbaza diya min

Dildarê Amedê

Bi rastî jî heta ku dê û bav li jiyanê ne mirov zêde bi qedir û qîmetê wan nizane lê piştî ku ji vê dinyayê koç dikin mirov nû giringiyê dide wan û qedir û qîmetê wan nas dike, lê wekî dibêjin piştî çi.

Bawer im ev yek bi serê we tevan hatiye, dema ku me zirarek an jî şaşitiyek dikir her çendî dayika me bi me re hêrs dibû jî ji bo ku bavê me li me nede jê re nedigot û ew kirina me wekî sir û razekî di hundirê dilê xwe de vedişart.

Carinan jî ew wekî gef li hemberî me bi kar dianî û digot: “Heke hûn filan tiştî bikin ez ê ji bavê we re bêjim.” Lê tu caran nedigot tenê em pê dixapandin da ku em hinekî bi ya wê bikin.

Bi her halî, wekî hûn dizanin gelek rê û rêbazên dayikan hebûn ku pê kontrola zarokên xwe bikin. Yek ji wan rêbazên ku gelekî bala min kişand ev bû. Hevalekî min hebû gelekî vedixwar û hema bêje di hefteyê de çend rojan serxweş diçû malê. Wî hevalî behsa rêbaza diya xwe kir ku çawa wî kontrol dike û wiha got:

“Her ku ez bi şev dereng vedigeriyam malê min didît hîna diya min şiyar e, derzî û ta di destê wê de ye. Ji min re digot ka kurê min çavê min baş nabîne ji min re ta bi derziyê veke. Piştî demeke dirêj min nas kir ku diya min ji bo çi wiha dikir. Ew rêbaza wê bû ji bo ku bizanibe gelo min tiştek vexwariye û ez serxweş im an ne serxweş im. Heke min karîba ta bi derziyê ve bikim wê gavê ez serkeftî ji azmûnê derdiketim. Heke min nikarîba ta bi derziyê ve bikim wê gavê nas dikir ku ez serxweş im.”

Îca gelî hêjayan min xwest ku wê serpêhatiya hevalê xwe bi we re parve bikim û beriya xatir ji we bixwazim ez ê tiştekî ji we re bêjim: “Teqez qedir û qîmetê dayik û bavan bizanibin û tu caran dilê wan nehêlin, bi taybetî jî yên dayikan. Kesên ku dayika wan sax be xwedê temenê wê dirêj bike û kesên ku dayika wan ne li jiyanê be xwedê bi rehma xwe şa bike.