Rojnameya Heftane

Rêhevaltiya bi Xwişkên Mîrabelê re

Navenda Nûçeyan

Ji têkoşîna Xwişkên Mîrabelê vir ve di berxwedana jinan de em dikarin bêjin ku pêşketin bi her awayî cuda bûne. Bi rengê xwe, bûutên xwe û bi şêweyên xwe berxwedan guherî û dê biguhere jî.

Di sedsala 21’emîn de rewşa jinê, sekna li dijî polîtîkayên serdestiyê bi gelemperî berxwedanên jinê divê êdî bi xwendineke din em binirxînin. Jina ku di nava pergala bi hişmendiya serdestiyê hatiye dorpêçkirin, êdî tehemûlê vê dorpêçê nake. Di hemû qadên jiyanê de hewcedariya jinan bi berxwedanekê heye û ji bo ku jin jiyaneke wekhev û birûmet berdewam bike divê parastineke rêk û pêk hebe.

Îro tê zanîn ku jin hem li Kurdistanê û Tirkiyeyê hem jî li tevahî cîhanê bi awayekî fizîkî, di qada aborî, civakî, siyasî, felsefî de û her wiha di qada çandî de rastî her cûre êrîşan tên. Ji Rojhilata Navîn (Li Iraq, Îran, Tunus û Sûriyeyê) heta Çînê (Li Hong Kongê), ji Çînê heta Amerîkaya Latînî (Li Şîlî û Kolombiyayê ) îro gel tev rabûye ser pêyan. Sedema van serîhildanan wekî sedemên aborî tên nîşandan. Lê di rastiya xwe de em dikarin bêjin ku îflaskirina pergala netewdewletiyê ye, dawiya nîjadperestiyê û xala herî di cî de jî bêgûman îflaskirina pergala baviksalariyê ye. Bi hezar salan vê pergalê xwe li ser olê, qaşo bi nirxên exlaqî, li ser tunebûna jinê da jiyîn. Êdî bêpîvantiya hişmendiya mêr bi bûyerên şênber îro hatiye dawiya emrê xwe. Sedema êrîşên vê pergalê, bi taybetî li dijî jinan, bi gelemperî jî li ser civakê her ku diçe tundtir dibe. Bi psîkolojiya ku wê perçe bibe, êrîşî nirxên civakê dike, xwezayê talan dike, dîrok ango hafizayê mirovahiyê tune dike, jehra xwe bi ser nirxên jinê de vala dike.

Ka em dêhna xwe bidinê; ji qetilkirinên DAIŞ’ê heta qetilkirina jinên wekî Emîne Bulut, Şule Çet û bi hezaran jinên ku bi destê mêrê serdest hatî qetilkirin; ji talankirina Palmîrayê (2015’an de bi destê DAIŞ’ê ev bajarê kevnar hate xirakirin)  û Heskîfê (Dîroka 12 hezar salan e û îro bi destê dewleta tirk tê talankirin)  heta talankirina Daristanên Amazonê (Daristana ku wekî  “nefesa cîhanê” jî tê binavkirin, îro bi destê hikûmeta Bolsenaro ji bo rantê tê talankirin)  talanker û kujer ji navikê ve bi heve giradayîne. Di roja me ya îroyîn de zihniyeta tacîz û tecewizê li dijî jinê, li ser civakê, li ser xwezayê û bi tevahî li ser jiyanê rayê xwe ji dîroka serdestiyê digire. Lê belê hebûna serdestiya xwe bi tundiyeke rêkûpêktir pêşande dike. Navê tundiya mêrê sedsala bîst û yekemîn pêşandana tundiyayê ye ango bi tacîz û tecawizê tunekirin, înkarkirin û qirkirin e.

Em dikarin bêjin ku di modernîteya kapîtalîst de çawa ku jin hate binaxkirin; mêr jî rê û rêbazên êrîşkirinê her ku çû gur kirin, îro jî bi şêweyeke wehşîtir êrîş dike. Lê li dijî pergala baviksalariyê pêşketinên berxwedana jinê êdî hê bi awayekî herikbar xwe diguherine û geştir dibe. Di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî di cî de jî berxwedana jinên rojavayê Kurdistanê ye. Di êrîşên dewleta tirk ên dawî de sedema ku cîhan bi taybetî jin li hemberî wê sekinî, çi bû?

Ji ber ku hemû cîhan bi taybetî jî jinên cîhanê dizanibûn ku sedema êrîşên dewleta tirk ku bi çeteyên DAIŞ’ê re pêk tîne, bi dawîkirina şoreşa jinan e. Her çiqas şoreş li Rojava pêk hati be jî sînorên xwe derbas kir û bû malê hemû mirovahiyê. Bi saya berxwedana jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê dan meşandin, nîşan da ku jin dikarin bi hêza xwe ya birêxistinkirî li her qadî li hemberî tundiya mêr li ber xwe bidin û guhertinan pêk bînin.

Ji ber vê yekê Rojava alternatîfa ji bo jiyaneke azad e û ji bo xweparastina jinê bingeha herî xurt e. Jinên ku li Rojava li ber xwe didin ne tenê li ser navê xwe li ser navê hemû jinên cîhanê li ber xwe didin. Serkeftinên li Rojava înşakirina modernîteya demokratîk e. Rêhevaltiya rasteqîn a bi Xwişkên Mîrabelan re destpê kir niha li gelemperiya cîhanê ji aliyê jinên berxwedêr ve tê domandin.