20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma AKP û MHP’ê pêşiya xwe nabîne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ev demeke Erdogan û wezîrên wî di her firstê de derdikevin pêşberî kamerayan û gefa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin. Bêgûman sedemên van gefan û zimanê êrîşkariyê ji ber lewazbûna rejîma AKP û MHP’ê ye.

Erdogan di serdema desthilatdariya xwe de, her pêvajoya ku tengav bû karta şer derxist pêş. Di van salên dawî de şirîkê wî yê bicûk jî bi heman têgehê tevdigere. Jixwe ew hertim alîgirê şerê bi kurdan re bû. Lewma ev gefên Erdogan ji milekî ve dilê wan jî xweş dike.
Di gelek platformên cuda de êrîşên muhtemel ên li ser Rojava tên nîqaş kirin. Li ser van gefên êrîşkariyê jî herkesê ku mijarê dinirxîne balê dikşîne ser helwestên Amerîka û Rûsyayê. Wisa diyare ku herkesî hêviya xwe bi van dewleta ve girêdaye û li bendêne ku ji bo silametiya herêmê destûr nedin dewleta tirk ku êrîş bike. Ji ber ku ev hêzên hegemon bi her awayî xwe li ser herêmê ferz dikin, dibe ku heya radeyekê ev nêzîkatî jî rast be. Lê divê em ji bîr nekin ku şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Lewma di vir de îrade û nêzîkatiya gelan ji her aliyê de girîng û bi wate ye. Ji ber vê yekê dema em nirxandinên xwe dikin divê em nêrîn û helwesta gelan jî bi heman girîngiyê bigrin dest.

Bêgûman Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî van gefan radibin. Di vê mijarê de li welat û derveyî welat gelek xebatên hêja jî hatin meşandin. Lê divê li hemberî van gefên dewleta dagirker gel bê amadekirin. Bersiva herî xurt wê ev be.
Ji aliyê din ve ji bo di qada navneteweyî de statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin xebat bên meşandin. Biryara parlementoya Katalonyayê ji bo dema pêş mînakeke baş e. Bi naskirina statuya Rojava wê dawî li darigkeriya dewleta tirk û gefê wê were.

Tecrûbeya ku me bi dewleta tirk a dagirker re jiyaye nîşan dide ku gefên li ser heremê jixwe hene. Rast e Erdogan û kabîneya wî ya şer ji bo ji krîza heyî xwe rizgar bikin gelek caran rojevê diguherînin lê divê em mijarê cidî bigrin dest û li gor wê tevbigerin.
Ger di mijara Rojava de Erdogan û alîgirê wî di çarçoveya ku dixwazin êrîşekê nikaribin pêk bînin, wê berê êrîşên xwe bidin guhertin. Lewma dibe ku li şûna Rojava êrîşê bibin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî. Her çendî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî giran diqewime jî diyare dewlata dagirker ji bo şerê hîn mestir çavê xwe sor kiriye.
Ji bo li herêmê vî şerî pêş bixe ji xwe re hin hevalbend jî avakirine. Li Rojava ENKS li Başûr jî PDK bûne xulamê wê. Ev tevgerên ku berjewendiyên xwe yên şexsî ji yên neteweyî mezintir dibînin bi her awayî bûne xulamê dewleta dagirker. Lewma dewleta tirk berya ku li ser herêmê êrîşekê pêk bîne dilê neyar xweş dike. Wisa diyare ev herdû alî jî ji bo êrîşên nû amade ne.

Bi van êrîşan rejîma AKP-MHP’ê hewl dide xwe li ser postê desthilatdariyê bigre. Lê ji ber ew jî baş dizanin rê li wan tengbûye pêşiya xwe baş nabînin. Ji ber vê yekê tezkereya ku salane dihat qebûlkirin vê carê kirin du sal. Êdî Erdogan û şirîkên wî jî dizanin her diçe wenda dikin. Ji ber wê ye ku tim dixwazin mijara şer di rojevê de bihêlin. Lê ji ber rewşa welat ya xerab êdî mîna berê di vê mijarê de jî ji bo xwe hevalbendên ku pê piştras bibin nabînin. Ev hemû xewn û xiyalên wan vala derdixe. Lê divê ev neyê wateya ku wê êrîş nekin ango hovîtiyekê nekin.